PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Kazim Özdemîr Serhildanên Gelê Kurd û Berdêla Azadîyê – 3 Serhildana Þêx Mehmûd Berzencî :



Serhildanên Gelê Kurd û Berdêla Azadîyê – 3 Serhildana Þêx Mehmûd Berzencî :


Di sala 1919’an da þêrê Tirkan ê xwe azadkirinê bi rêzanîya Mistefa Kemal destpêkir. Ji 19.05.1919’an virda êdî em Iraqê û Sûrî bi dewleta Osmanî û komara nû a Tirkîyayê va girênadin. Ji vê tarîxê û virda serhildanên Kurdan ên li Iraqê an dijî Ingilizan an jî dijî Ereban çêbûne.

Li Iraqê serhildana pêþîn di sala 1919’an da ji alîyê Þêx Ehmed Berzanî va li herema Berzan dijî Inglîzan çêbû. Þêx Ehmed Berzanî, eskerê Inglîzan ji Berzan deranî û Kurdan çend zabitên sîyasî ê Inglîzan kuþtin. Di destpêka Payîzê da ev serhildan ji alîyê ordîyên cezakirinê ên Ingilîz gelek bi zehmetî û xwînrêjan hat temirandin.

Belê li Iraqê þerê azadîyê roj bi roj xurt dibû. Silêmanî wek meqerê (ordugah, merkez) hereketê azadîyê û Kurdên welatparêz, rewþenbîr û zanayên wê demê bû. Hakimtîya Birîtanyayê li Iraqê bê astengî cî xwe girti bû. Belê Kurdan dewletek azad dixwestin û ji bo vê dewleta azad damezirînin li hev diþêwirîn, xebat dikirin. Di vê xebata azadîyê da bê þik û þiphe, bê dijîderketin Þêx Mehmûd Berzencî serî dikêþand û rêzan bû.

Þêx Mehmûd Berzencî di roja 20 ê meha Gulanê sala 1919’an da li Silêmanî serhilda û eynî roj Silêmanîyê fetih kir. Hereket ji niþkêva destpêkir û serkevtinek qenc ket destên Kurdan. Kurdan Zabitên Inglîz ên eskerî û sîyasî teslim girtin û hin ji wanan hatin kuþtin. Di çend rojan da Þêx Mehmûd Berzencî, herema Silêmanî bi temamî kir bin hakimîya xwe. Cîyên ku Þêx Mehmûd Berzencî kir bin destên xwe temamîya baþûrê Kurdistan ne bû û parçeyek biçûk ji baþûrê Kurdistan bû. Þêx Mehmûd dixwest temamîya Baþûrê Kurdistan bike bin destên xwe û dewlet Kurd damezirîn e. Serkevtinek mezin jî dijî Ingilîzan sitand. Þêx Mehmûd Berzencî serxwebûna temamîya Baþûrê Kurdistan ilan kir û xwe jî hakimê (Qeralê) Kurdistan beyankir.

Þêx Mehmûd Berzencî, ala Kurdistan bilind kir, ala ku îro li çar parçeyên Kurdistan hatiîyê qebûlkirin, kir ala Kurdistan. Pereyên Kurdistan deranî, pûlên poste û ên demxeyên rismê xwe li ser wan derxist pîyasê. Rojnameyek bi navê Kurdistan da çapkirin û belavkirin. Birayê xwe ê biçûk Þêx Qadir Berzencî kir serokwezîr û hikûmatek danî. Evdilkerîm Alakayî ku bi bawerîya xwe File bû kir wezîrê Malî, Hacî Mistefa Paþa kir wezîre Perwerdîyê. Salih Zekî Beg jî bû serokkumandar.

Di destpêkê da îþê Þêx Mehmûd Berzencî gelek baþ çû û di gelek þer û karan da bi serkevtî bi pêþ va çû. Gelek eþîrên Kurd jî, xwe dan alîyê Þêx Mehmûd Berzencî. Þêx Mehmûd bi serok û rêberên Kurdan ra peyvendî danî. Bi serokê Þemzînan nevîyê Þêx Ibeydila Seyît Taha, bi Simko ra ku li Iranê dijî dewleta Iran þerdikir, bi Þex Ehmed Berzanî ra hevbendîyên qenc danî û xwest yekîtîyek li baþûrê Kurdistan lihev bîne. Belê lihevanîna yekîtîya Kurdan wek her dem û zeman tiþtek pir zor û zehmet e. Þêx Mehmûd Berzencî di vê daxwaz û armanca xwe da nikaribû serkevtinek bike dest.

Ingilîzên ku hê li Iraq bi temamî hakimîya xwe bi temamî tedarik nekiribûn. Ketin nav merhezan û ji bo þikênandina Þêx Mehmûd planên bi fetil û fêl çêkirin. Pêþî ketin nav eþîrên Kurdan, di dijî Þêx Mehmûd da bi derew û iftiran xapandin, cepeyêk çekirin. Di du da ordîyên Hindistanî ên Ingilîz di bin kumandarîya T. Frezer da þandin ser Þêx Mehmûd Berzencî. Li ser erdê bi top û tifingan, li hewayê jî bi firokên þer girtin ser herema Kurdistan a azadkirî. Bajar û gundan him ji jor va him jî ji jêr va bimbe kirin. Wewetên Ingilîzan ji ên Þêx Mehmûd gelek zaftir bûn. Mifrezeyên Þêx Mehmûd di bin vê bimbe û berikbarandinê da berxwedanek hêja dan, belê nexapin nikaribûn dijî firokan þer bikin û þikestin. Þêx Mehmûd jî birîndar êsîr kete destên Ingilîzan. Belê Silêmanî ne diket. Piþtî êsîrbûna Þêx Mehmûd jî þervanên wî bi qehremanî 15 roj berxwe dan û roja 03.08.1919’an serhildan bi temamî hat perçiqandin.

Li gorîy qanûnan pêwist bû mehkema eskerîya Birîtanî Þêx Mehmûd mehkûmê idamê bikir. Belê Þêx Mehmûd Berzencî, di nav Kurdan da gelek bi rûmet bû û Kurdan jê zaf hezdikirin. Sedem vê yekê ku Ingilîz li baþûrê Kurdistan nekevin nav dozên zor û zehmet û tengîyên nikaribin ji nav derkevin, Þêx Mehmûd ji bo 10 salan þandine Hindistanê nefîyê.
Di roja 23.08.1921’an da Ingilîzan Emir Feysal ibnî Hiseyîn el Haþimî derxistin ser text û wî qeralê Iraqê ilan kirin. Kurdên Kerkokê, Silêmanîyê û piranîya Kurdên Baþûr dijî qeralîya Feysal derketin û dengên xwe dijî bilindkirin. Eþîrên dora Rewandizê dijî Inglîzan serhildan kirin. Li Baþûrê Kurdistan heta nîvê sala 1922’an serhildanên giran dijî Ingilîzan dom kirin. Þerên gelek giran ji alîyê eþîra Hemavend bi alîkarîya eþîrên din li herema Helepçê û eþîra Berzanî û ên din li hêla Çemçemalê ji meha Çilan heta xilazîya meha Gulanê sala 1922’an hatin amadekirin. Kurdan bi qehremanî di van þeran da berxwe dan.

Ingilîz dijî Kurdan ketin tengasîyê. Dixwestin xwe ji vê tengîyê derênin. Ji alîyê din va li Tirkîyê dewletek nû dihat damezirandin û mecbûrî bi vê dewletê ra dan û sitandina li ser peymanek zexim bê çêkirin. Xebatên giran ji bo peymana Lozanê çêdibûn. Ji dewletên nû ra hidûdên nû nû dihatin danîn. Ingilîzan dixwestin Mosil û Kerkok tim di bin bandora wan da bimîne. Þêx Mehmûd Berzencî çewa min got insanek bi nav û deng, bi rûmet û hêja bû. Ingilîzan xwestin ku Þêx Mehmûd alîkarîya wan bike. Þêx Mehmûd pêþî ji Hindastanê di Êlûna sala 1922’an da anîn Kuweytê û ji wê jî di roja 30’ê meha Cotmehê sala 1922’an da anîn Silêmanîyê. Belê Þêx Mehmûd neket bin emrê Ingilîzan. Dema hate ser erda xwe, meskenê bav û kalan dîsa xwîna azadîyê di demarên wî da kelijî û dijî Inglîzan ser dananî. Þêx Mehmûd Berzencî serê meha Mijdarê xwe qeralê Kurdistan ilan kir. Birayê xwe Þêx Qadir kir serokwezîr.

Ilankirina dewleta Kurd bi tenê li ser erda Silêmanî û hawîdosê Silêmanî bi awayek tengî ma. Li temamîya baþûrê Kurdistan nehat firekirin. Qirelîya Þêx Mehmûd, di parçekî biçûk da ma hepiskirî. Belê þert û emareyên serxwebûnê hatin cî. Çapkirina pere û pûlan, civandina bêþ, bac û qemçûran (vergî), di rismîyêtê da qebûlkirin û ilankirina zimanê Kurdî, çapemenîya Kurdî û welat sazkirin, pir û nexweþxane avakirin sifetê temamkirina dewlet danînê bûn. Belê ev bitenê, nikaribûn dewleta Kurd xurt bikin. Ev qeralîyeta Þêx Mehmûd Berzencî ji alîyê tu dewletên cîhanê va nehat qebûkkirin. Tu dewletek alîkarî ne da vê dewleta nû. Demek dirêj emir nekir û ji ortê rabû. Dewleta Þêx Mehmûd Berzencî dîsa jî rola xwe lîst. Rêçêk di dîroka Kurdan da hiþt.

Ev dewlet antî emperyalîst bû. Ev antî emperyalîstî di dewletê da cîyek qayîm girt. Ne qeweta sîyasî û ne jî qeweta feodalî rîya antî emperyalîstîya Kurdisdan ne da guhartin. Emperîyalistên Ingilîz rola Þêx Mehmûd bi temamî ne nirixandin û dixwestinên Þêx Mehmûd bikin xizmetkarê emperyalîzmê. Belê Þêx Mehmûd bi qerekterek zexim vê daxwaza Ingilîzan avête serê sergo û di xizmet gelê xwe da þerê xwe domand.

Þêx Mehmûd, tu car nebûye aletê lîstika Inglîzan. Ewî di þerê pêþerojê da di rîya armanc û teqtîkên xwe da, micadela xwe berdewam kiriye. Idara Bexdayê a Ereban û planên Ingilîzan ji gelê baþûrê Kurdistan ra tehdîdek mezin anîye ortê. Þêx Mehmûd Berzencî wek camêrek, pêþerojên xwe dîtî ye û li himberên van tehdîtan derketîye. Belê dîsa jî Ingilîzan imûda xwe winda nekirin û dixwestin, wî ji bo plan û mafên xwe qezenc bikin. Þêx Mehmûd ji bawerîya xwe bi qasî misqalek dûr ne bû û xwe nêzî mafên Ingilîzan nekir. Ingilîzan di dawîyê da fesadî û nakokî xist nav eþîrên Kurdan û eþîran li dijî Þêx Mehmûd kirin nav xirabîyan.

Niviskarê Ingilîz Edmonds di pirtûka xwe da dibêje: “Nakokî û dubendîya ku Ingilîzan dijî Þêx Mehmûd pêk anîn baþûrê Kurdistan ji serî hetanî lingan û neynûkan ji hev parçe kir û peþkiland.”

Hereketê Þêx Mehmûd Berzencî di nav çon û hatinan da heta sala 1930’an berdewam kir. Þêx Ahmed Berzanî alîkarê hereket û serhildanên Þêx Mehmût Berzencî bû.

Roja 30.06.1930’an peyman di nav Ingilîzan û dewleta Iraqê da hat imzekirin. Bi vê peymanê Iraq digihîþt serxwebûnê, belê mafê Ingilîzan bi fireyî dihat parastin. Ev peyman tim heqên dewletbûna Kurdan ji ortê radikir. Kurda daxwazên xwe bi sedan nameyan ji Yekîtîya miletan xwestin. Ingilîzan seba van daxwazên Kurdan berpirsîyarên xwe û ên Erebên Iraqê þandin Kurdistanê. Belê êdî kesekê Kurd ji Ingilîzan bawe nedikir û bawerî nema bû.

Roja 6 ê Êlûnê sala 1930’an tê li Iraqê hilbijartina parlamenê bihata çêkirin. Xelkên Silêmanî û ên herema dor Silêmanîyê hilbijartinê parlamenê boyqot kirin. Di eynî rojê da mitîngek li darxistin. Polosan hicûm xelkê kirin. Xelk jî dijî polosan dest hilanîn. Polês þikestin. Esker hat alîkarîya polêsan. 20 kesên Kurd hazin kuþtin û bi sedan hatin birîndarkirin û girtin. Kurda vê rojê “Roja Reþ” ilankirin.

Sedem van bûyêran Þêx Mehmud Berzencî ji Iranê kete hidûdê Iraqê û ala serhildanê dîsa nû hilanî, bilind kir. Þer di nav eskerê Iraqê û alîkarên Þêx Mehmûd Berzencî da destpêkir. Þervanên Kurd, mifrezeyên cezakirinê ên Iraqê þikênandin. Ingilîz dîsa ketin dewrê û alîkarîyek mezin dan eskerên Iraqê. Firokên þer ji sibê heta hêvarê bimban reþandin ser gelê Kurd, bajar, gund û xanîyên wan. Þêx Mehmûd Berzencî û serokesker Mehmûd Cewdet serlêdana Yekitîya Miletan kirin, halûpergal, perîþanî û belengazîya gelê Kurd anîn ziman. Belê ji alîyê din va serhildan û berxwedana gelê Kurd bi awayek þiddet dimeþî ya. Di dawîya sala 1930’an û destpêka sala 1932’an da gelek þer di nava Kurdan û hevkarîyên Ingilîz û dewleta Iraqê da çêbûn.

Qewetên Ingilîzan û dewleta Iraqê ji qewetên Kurdan gelek zaftir û tekniktir bûn. Kurdan di van þeran da gelek can windakirin, belê dîsa dest dananîn û bi qehremanî berxwedana xwe kirin. Firokên þer ên Ingilîzan ji roja 17.01.1931’an heta roja 21.01.1931’an bi þev û roj þervanên Kurd, gund û bajarên wan, zaro û zêçên wan ji jor va bimbe kirin. Belê dîsa jî nikaribûn Kurdan biþkênin. Di bihar û havîna sala 1931’an da Kurda çend derban li eskerên Iraq û Ingilîzan dan. Di çîyayê Avromanê da þerek herî zor û giran çêbû. Firokên þer eman nedan Kurdan û bimban ji jorvan wek baranê li serserê wan barandin. Kurda bi dehan mirî li çîyayê Avromanê hiþtin û bi alîyê Kurdistana bin destê Iranê va kiþîyan. Di hidûd da eskerên Îranê hêvîya Kurdan bûn û dema Kurd çon hidût, eskerên Îranê li ser wan berikan barandin.

Mehmûd Berzencî di nîvê Gulana sala 1931’an da bi Ingilîzan ra xwest hevpeyvandinek çêkir û çû Penevînê. Piþtî hevpeyvandinê di demek kin da Þêx Mehmûd çû Silêmanîyê. Ingilîz ji Þêx Mehmûd gelek fikaran dikirin û dizanibûn ku ji alîyê gelê Kurd va kesek bi rûmet û qenc tê hesibandin. Ji bo ku cardin Kurd li dora wî necivin û serîhilnedin, roja 02.06.1931’an Þêx Mehmûd bi balafirê birin Bexdayê û ji wê jî birin baþûrê Iraqê bajara Urê.

Kazim Özdemîr





Kurdistan Welatê Kurda ye ! Kerkûk Dilê Kurdistanê ye !



Bimire Dagirkerî ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg

http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg

http://www.xoybun.com/nuceimages/Parastina_Sinore_Kurdistana_Mezin_1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


Sosyal, Çaðdaþ, Baðimsiz, Bîrleþîk ve Demokratîk, Kurdistan Îçîn, El Ele Vêrîn !



Avakirina Kurdistan a Mezin, Egera Aþîtî û Demokrasî ya Cîhanê ye !



Komela Bazirganên Kurd û German Ava Dibe.



Banga, piroje ya bazirganî û piroje ya Kurdistan a mezin ... !