Kazim Özdemîr Serhildanên Gelê Kurd û Berdêla Azadîyê - 2 Dewleta Iran Gelê Faris û Kurdên Rojhilatê Kurdistan ê : Kazim Özdemîr Serhildanên Gelê Kurd û Berdêla Azadîyê - 2 Dewleta Iran Gelê Faris û Kurdên Rojhilatê Kurdistan ê : Dewleta Iran, Gelê Faris û Kurdên Rojhilatê Kurdistan ê : Hê Kurdistan nebibû du perçe, gelek serhildanê Mîrek û begên Kurdan dijî dewleta eceman çêbûn e. Þerefxanê Bedlîsî di Þerefnamê da bahsa gelek bihevçûn û serhildanên navbera Iran û mîr û begên Kurdan dike. Mihemed Paþa, sala 1562, Zeynel Begê Kurê Melîk Bek (1585), Tîmûr Xanê Kurê Siktan Elî (1590), Zekerîya Begê Kurê Zeynel Beg (1597), Melik Xelîl û gelek Beg û Mîrên Kurdan berî perçekirina Kurdistan bi dewleta Iranê ra þer kirin. Ji dema Kurdistan bûye du perçe û virda jî gelê Kurd gelek caran dijî zordestîya dewleta Îran serhildan kiri ye. Em dikarin bêjîn ku cara pêþîn serhildana giran a Kurdan di sala 1606 an da di bin revebirîya Emirxan Bradost di kela Dimdimê da dest pêkirîye û ev serhildana bi qehremanî hatiye domandin. Belê nexapin bi fermana Þah Abbasê Sefevî ev serhildana qehremanî piþtî demek hatîyê perçiqandin. Di sala 1818`an da li Iranê Kurdên Bilbas serîhildan. Di destpêka serhildanê da Kurd gelekî qenc bi serketin. Bi alîkarîya dewleta Osmanîyê ev serhildan ji alîyê Farisan va hat perçiqandin. Di sala 1835’an da Mihemed Paþayê Rewandizî dijî dewleta Iranê þer kir û gelek bajaran kir bin destê xwe. Dijî Mihemed Paþayê Rewandizî dewleta Iran û Osmanî yekîtîya xwe pêk anîn û bi qewet giran hicûm kirin. Ji alîyek va ordûya Osmanîyan Rewandizê kir bin mihesera xwe û ji alîyê din va ordîya Irane hicûmê Mihemed Paþa kir. Mihemed Paþa mecbûr teslîmî Osmanîyan bû. Di sala 1880’an da di bin rêvebirîya Þêx Ubeydila da gelê Kurd dijî deweleta Irana xwînxwar serhildanek herî dijwar kir. Þêx Ubeydila mentîqa navbera gola Wanê û gola Urmîyeyê kir bin destê xwe. Armanca vê serhildanê yekîtîya Kurd û Kurdistan, azadîya welat û gelê Kurd bû. Lê dewleta Osmanî û Farisan dijî Kurdan bûn yek û vê serhildanê bi hev ra perçiqandin. Di sala 1905’an da Cafer Axa li Tebrîzê ji alîyê dewleta Iran va tê kuþtin. Bavê wî Mehmed Axa û birayê wî Simko serîhildan. Di navbera dewleta Iran û Kurdan da þerên dijwar çêbun. Di dawîya da dewleta Iran bi fetlûfêlan vê serhildanê jî fetisand. Di sala1909’an da eþîretên Kurd hicûmê dan ser Mehebadê. Ev serhildan jî mivefeq nebû. Simko di sala 1920’an da li navça Urmîyê dijî dewletê serhildan kir. Simko beþek mezin ji Kurdistana bin destê Iranê rizgar kir. Di sala 1923’an da Li Silêmanîyê bi Þêx Mehmud ra hat cem hev û xwestin bi hev ra hereket bikin. Simko qenc dizanî ku diktatorê Iranê Riza Þan dixwest temamîya kêmketîyên Iranê asîmîle bike. Simko serokê Asûrîyan Mar Þem’ûn kuþt ev kuþtin bû sebebê þikênandina Simko. Simko dîsa jî nesekinî û heta sala 1930’yan çend þer dijî hêzên Iran, Iraq û Tirkîyeyê kir. 21’ê Hezîrana sala 1930’yan Simko bi Iranê ra li hev hat. Dewleta Iranê, ji bo li hev hatin û peyvendîyan bang kir Simko ku were bajara Þîno. Li vê bajarê Simko bi ne cuwanmêrî, bi bêbextî hat kuþtin. Piþtî serhildana Simko, di payîza sala 1931’an da di bin seroktîya Cewher Sultan da Kurdan dîsa li nêzî Hemedan serhildanek çêkirin. Lê ev serhildan jî wek serhildanên din hat temirandin. Serhildanên Kurdan dijî dewleta Farisan tim berdewam kirin. Sala 1946`an Îran di bin îþgala Sovyetê da bû. Di nav þerê cîhanê ê diduyan da Kurdan carek din serîhildan. Di sala 1941’an da eskerê Sovyetê kete Iran. Di 16’ê meha Tebaxa sala 1946’an Kurdan Partîya Demokrata Kurdistan damezirandin. Di 22’yê meha Kanûna paþî sala 1946’an da Komara Mehabadê, di bin seroktîya Qazî Muhammed da hat damezirandin. Hukûmeta komara nû gelek xebatên xweþik kir û temamîya Kurdan bi dil û can vê komerê himêzkirin. Mela Mistefa Berzanîyê nemir xwe û heval û hogirên xwe ji bo bilindîya Komara Mihebat amade kir. Sovyetê alîkarîya xwe ji ber vê komerê paþ va kiþand. Jîyana vê komarê salek dom nekir. Þahê Iranê bi ordî, mitralyoz, kumbere, balafir, çek û temamîya quweta xwe va girt ser Komara Mehabatê. Serokkomar û heval û hogirên wî idam kir. Mela Mistefa Berzanîyê qehreman bi 500 qehremanên hevalên xwe va berê xwe da Sovyetistanê. Þah pê hisîya ku Berzanî berê xwe daye Sovyetistanê hikûmeta Iranê deh hezar eskeran kir dû Berzanî. Ji jor va jî wanan bi balafirên xwe taqîp kir û bimbe kir. Belê Berzanî û hevalên xwe yên qehreman berxwedanek gelek serbilind kirin û çend caran heleqgirtina dor xwe qeliþandin û ji nav eleqê derketin. Kumandarê ordiya Iranê dibêj e : „Xuya kir ku ordîya Iranê ya nû heta niha li gel dijminekî hevqas bi hêz þer nekirî ye û berxwedanek viha nedîtî ye.“ 500 qehremanên Kurd di bin serokatîya Mistefa Berzanîyê nemir, qehremanê bi nav û deng da gelek telefatî dan ordîya Iranê. Ji baþûrê rojhilata Iranê bi rê ketin di bakûrê rojhilata Iranê da derketin. Di bin bimbe û gulebarandina firokên þerên Iranê da bi eskerê Iranê ra þer kirin û di bin zorîya þer, top û cebilxane, kumbere û berikan da, di bin jordarî û zalimîya dijmênê har û hov da Iranê seranser kirin û roja 18.06.1947’an da derbazî Sovyetistanê bûn, ketin nav erd û axa Sovyetistanê. . Dewleta Iran bi hezar salane ku ji alîyê merivek va tê idarekirin. Tim û tim merivek hakimê dewleta Farisan e. Faris, berî Islamîyê bi þert û þirûtên mecûsî di bin hikma þexsekî da dihatin idarekirin. Piþtî bûne Misilman, serokên Farisa li gorîya xwe Islamîye ajotin û daxwazên Islamîye ji bo maf û hakimîya xwe bi awyek guhartinî ji gelê Faris ra gotin, bi wan dan qebûlkirin. Bi vî awayî bi navê Islamîyê þeran li dijî dijminên xwe kesên derva û kesên hundir da ajotin û gelê Faris jî xapandin. Bi sed salan gelê Faris bi rejîma Þarinþahî hat idarekirin. Þah, hakimê her tiþtî bû. Di qesir û koþkên xweyên debdebî da Þah û hevalbendên xwe bi zêç û zarokên xwe va jîyana xweyên zêrînî ajotin. Gelê Faris kole û xizmetkarên Þah bûn. Gotinên Þah ji wan ra wek ayetên Ku’anê bûn û Þah çî bigota þik û þiphe tinebû rastbûn. Kes nikaribû dijî þah derkeve. Þah tiþtên çewt jî bigota kes nikaribû bêje çewt e. Qewt bûya jî gotina Þah bû û bê þik û þiphe rast bû. Heta rejîma Þah peþkilî û rejîma Xumeynî, bi navê Komara Islamî hat, gelê Faris bi sed salan di bin vê rejîmê da hevîrê xwe û þiklê xwe girt. Rejîma Xumeynî bi navê Komara Islamî ji rejîma þah tiþtek ne guhast, rejîmek nû ne da ber gelê Faris. Berî rejîma Islamî tiþtên ku þah dikir di bin navê Islamîyê da dikir. Xelkê xwe dixapand û bi navê rêya Islamîyê hakimîya xwe didomand. Xumeynî hat, rejîmê bi paþtir va jî bir û Islamîyê jî zortir kir. Tiþtên ku komara Islamî dike jî dibin navê Islamîyê da dike. Gelê Faris þaþ û mat bû. Rejîm çî bêje gel qebûl dike. Kesên li dijî jî derdekivin nikarin dengên xwe bilind bikin. Rejîm bi navê Islamîyê pasdarên xwe þand ser gelê Kurd, kumberan avêt ser gund û bajarên Kurdistan. Bi sedan Kurd bidarda kir. Jîyana ku Xwedê da bû, pasdaran bi navê Islamîyê dawî lê anî. Halbukî di Islamîyê da ruh sitandin bi destê Xwedê ye û Xwedê vî heqî nedaye tu kesî. Belê rejîma Xumaeynî û Xumeynî vî heqî bê izna Xwedê dan destên pasdaran. Navê dewleta xwe danîn „Komara Islamî“ û di bin vî navî da bi dehhezaran Kurd qetilkirin. Gelo ev ne tiþtekî durûhî ye. Devleta Iraq, Ereb û Kurdên Baþurê Kurdistan ê. Kurdistan bi peyama Qesra Þîrîn di nav dewleta Osmanî û dewleta Îran da bi rismî bibû du parçe. Piþtî þerê Cîhanê ê pêþîn dewleta Osmanî peþkilî. Ingilîz û Firingsiz ji erdê dewleta Osmanî Sûrî û Iraqê derneketin. Bi peymana Lozanê Kurdistan bi fermî di nav çar dewletan da hat parçekirin. Dema Kurdistan ji alîyê zordestan va hat çar parçe kirin, Iraq û Sûrî ketin bin destên dewletên Birîtanî û Firingsizî. Van her du dewletan jî mecal nedan gelê Kurd ku dewletek serbixwe damezirînin. Kurdan ji bo azadîya xwe dijî her du dewletan jî þer kirin û di þerê azadîyê da bi ser neketin. Di roja 5’ê Hezîranê sala 1926’an da li ser mesela Mosilê Tirkîyê, Ingliz û Iraq hatin cem hev û peymana hidût kifþkirinê imze kirin. Piþtî Inglîz û Firingsiz ji Iraq û Sûrî bi baþva kiþîn, rejîma Ereban bi dijwarî dijî Kurdan derketin û tu heqek nedan Kurdan. Bi rastî dema hê Inglîz û Firingsiz li Iraq û Sûrîyê hakim bûn gelek alîkarî dan ereban û ewan jî dijî Kurdan þer kirin. Heke Ingilîz û Firingsizan bixwestan dikaribûn li wan her du welatan ku Kurd li ser erd û axa xwe jîyana xwe didomandin, muxtar bikin, an jî alîkarîya serxwebûna Kurdan bikin. Belê van dewletan; em dev ji alîkarîyê berdin, alîkarîya dijminêên Kurdan kirin û tim bûn berdestkên Ereban, bi top, tifink û balafirên þêr (firkên þer) hicûmê Kurdan kirin, insan û welatê wan dan ber bimbe barandinê. Dema mesela Kurdan tê holê dewleta Tirk û karbidestê wê dibêjin: „Ingilîzan alîkarîya Kurdan kir. Dixwestin Tirkîyayê parçe bikin û Kurdan di destên xwe da lîstandin. Kurd her tim ji alîyê dewletên derva va hatin emilandin.“ Ev gotin heke parîkî rastîya wan hebe jî, lê ne wekî armanca gotina dewleta Tirk e. Dewleta Ingilîz ji binî alîkarîya Kurdan nekir. Di ser da jî bû alîkarê dijminên Kurdan. Welat û insanên Kurd bimbe kir. Belê ev jî tiþtek raste ku Kurdan xapand, wan ji bo armanc û daxwazên xwe emiland û ne ji bo parçekirina Tirkîyê... Dumahik heye... Kazim Özdemîr http://www.pdk-xoybun.com |