Eyþe Þan: Pirensisa bê tac û text EYÞE ÞAN ( 1938 Diyarbekir _ 18.12.1996 Ýzmîr ) Kakshar Oremar Di diroka serhildana çand û hunera Kurdistanê de, yek ji wan hunermendên ku li diji siyaseta çewt û asimilasyona reþ û bi hêza Kemalistan li bakurê Kurdistanê mina þêre jinekê li berxweda Eyþe Þan bû. Eyþe Þanê bi wi dengê xwe yê þilik û nazik, bý wan kýlamên xwe yên resen, gotina bav û kalên me anko ( þêr þêre çi jin çi mêr e ) di çax û serdemekê de da ispatkirin ku komara stemkara Týrkiyê xewna ji holê rakirina gelê Kurd û hemû taybetmendiyen kulturi û çandiyên Kurdan deqideyekê jý serê xwe dernedýxýstýn. Eyþe Þan ku di nava civata Kurdan da bi navên mina Eyþana Kurd, Eyþe Þan, Eyþe Xan, Eyþana Osman, Eyþana Eli û Ayþa Þan tê nasîn di Mýjdara sala 1938’an li bajarê Diyarbekirê hat dinê. Ji aliyê bav û dê de xwedi malbatek mezin û navdare. Navê dîya wê Heciye Xanim û ji êla Hacî Mistefa Begên Erzromê ye, navê bavê wê jî Osman e û ji eþîreta mezýna Cibrîyan e. Bavê Eyþe Þanê Osman bi xwe ji dengbêjeki navdar û herwiha miroveki gelek dindar û xwedêtirs bû. Di nava Kurdan de hunera dengbêjiyê mîna kaniya avê bêdawî ye, hertim dizê û çiknabe. Dengbêjên Kurd di vê navê de teisîrek mezin li ser hesta hunerîya Eyþe Þanê lîstin e, çýmki herdem dîwanxana mala bavê wê ji dengbêjên herêmên cûr bi cûrên Kurdistanê tejî bû. Li mala wan dengbêjên dengxweþ didan ber hev û tev heya roja din berê sibê bi hev re distrîn. Di vê navê de dengbêjê ku ji herkesî dengxweþtir û hostatir derbýketa di dawîyê de ji aliyê xwedîyê diwanê xelatek baþ distand û herkesi ew piroz dýkýr. Ev e´detê qenc bý hezaran sale ku hê ji dý nava Kurdan de dýdome û bý taybet ji gýregýrên Kurdan, Axa û Begên xwedi gund herdem deriyê kûþk û dîwanxaneyên xwe ji dengbêjên Kurd re vekiri hiþtine û malên wan bûne xwindingehek ji bo bi hêzkirina edebyata þifahî(devki)ya Kýurdan. Dema mirov jiyana dengbêjê mezin Evdalê Zeynikê dixwine baþtir bi vê rastiyê dihese. Ji berku Evdal bi piþtgiriya maddi û me’inewiya Sûrmeli Mihemed Paþa bêtir di karê xwe de bi serdikeve. Osmanê bavê Eyþe Þanê ji ev karê bav û kalên xwe li gor hêza xwe didomanidin. Dayýka Eyþe Þanê Heciye Xanýmê ji carna bý lorikên ku jý wê re dýxwindýn, rýha wê ya teji hest û hýssên hunera Kurdewari dixiste bizav û hereketê. Dema ku dengbêjên Kurd dý mala bavê Eyse Sanê de lý dora hev dýcýviyan Eyþe Þanê jî jý wan çaxên bi qîmet mýfa werdýgýrt û bi heval û destexuþkên xwe re li piþta derîyê dîwanxanê heya berê sibê rûdiniþt û bi evînek kûr li dengê stranbêj û dengbêjên mêvan guhdarî dikir. Eyþe Þan carna bi bîhîstina dengê wan mest û mendehoþ dibû û haya wê ji dinyayê nedima. Ew dibû Zîn û li Cizira Botan bi Memê Alan re dipeyvî, carna ji ew dibû Xecê û li serê çiyayên Sîpan û Xelatê bi Siyamend Sýlivi re di geþt û gulzaran de digeriya. Dane berheva dengbêjê mezinê Kurdistanê Evdalê Zeynikê û Gulêya Ermenî weke careke din jêre zindî dibûn. Bý deng û naveroka stranên dengbêjên Kurd serbihuriya Derwêþê Evdî û Edûlê, mîna rêze filmekê li ber çavên wê zindî û derbas dibû. Dý vê derbarê de Eyþe Þan dibêje:‘’ Xweziya der û diwarên mala bavê mýn bý zýman bûna ku jý were behsa wan roj û þevan býkýrana, erê ez hertim bi hesret dibêjim xweziya zimanê dîwarê mala me ya li Diyarbakirê hebûya û ji me re qala wan sevbêrkên dengbêjan bikira. Min di quncikan de li dengbêjan guhdarî dikir. Min wisa guhdarî dikir ku yekî gazî min bikira, ezê veciniqiyama. Dengê bavê min yê zîz û xemgîn teisîrek mezin li min dikir. Sal diborîn lê dengê wî ji guhê min derneket ‘’ Sala 1958’an keça Kurd Eyþana hunerdost û dengnazik bo yekemin car di nava civata jinan de stranên ku ji dengbêjên mina bavê xwe hîn dibe, carna distire. Herkes bi bîhîstina dengê wê bi hesret guhdar dimîne û bi vî rengî hunermenda nemir dest bi strîna kilamên cima’eta Kurdan dike. Malbata Eyþe Þanê pir dîndar bûn, herkes bi xwîndina Qûranê mijûl dibû û di nava dengxweþên xwindina Qûranê de, dîsa jî Eyþe Þan dikeve rêza yekemin. Lê ew evîndara strana Kurdî ye û lý her derê dý nava kom û cývatên xwebýxwe de bý lorik û besteyên xwe xem û þahiyan di nava dilê mirovên derdora xwe dýafýrine. Eyþe Þan ji despêka xûyakirina hunera xwe ji aliyê bav û birayên xwe ve rastî nerazîbûnan tê, bavê wê ji bo jin û keçan stranbêjiyê bi gunehek mezin dihesbîne û li gor þeri’eta islamê dengê jinê ji bo stranbêjiyê heram û guneh dizane. Dema jý bavê Eyþe Þanê tê xwestýn ku çend stranên xwe lý kompaniyekê tomar býke, ew bi xwe jî pêþnyara pilakçiyan ya ji bo amadekirina kasêtekê napejirîne, lê Eyþe Þan bi hemû zehmetî û kultura paþverotiyê ya li diji xebata huneriya jinan, li berxwe dide û dýxwaze ew ji bý dengê xwe jý cývata xwe re xýzmetekê býde meþandýn. Bûyerek tal di jiyna Eyse Sanê de ew ji ezîztirîn kesên wê dûr xist. Eyþe Þan hê 20 salî bû ku li ser daxwaza bavê xwe bi xurtekî yê bi navê Sewket Tûran re zewcî. Hercend ew xwediyê kecekê jî bûn, lê ew li hev nehatin û Eyþe Þan piþtî vê bûyera nexweþ hat bajarê Entabê. Wê dev ji keca xwe ya sê mehî û hemû kesûkarên xwe berdabû û ji bona wê hindê jî xerîbiyê di rewsek wha de teisîrek gelek xirab li ser jiyana wê cêdikir. Li E´ntabê wê bi hizar zemetiyan û bi karê pinîkirin û dirûtina kincên qetyayî debara jiyana xwe dikir. Eyse Sanê bi hevkariya zilamekî yê bi navê Naîl Baysû du salan li radiyoya bajarê E´ntabê bi zimanê Tirkî stran gotin. Lê ji ber ku di dilê Eysana E´lî de evîna strana Kurdî heye, wê ji karê di radyoya E´ntabê derdixin. Piþt re Eysana Kurd hat Istembolê û bo cara yekê bi zimanê Kurdî û Tirkî stranên xwe tomarkirin. Lê xwedîyên plakan mafê wê yê rastîn nedanê û bi firotina kasêtên wê bûn xwedîyê her tiþtî. Wê ji herçend bý dengê xwe yê xweþ dýkari býbe xwediyê hertýþti û pýr dewlemend býbe lê bêdadiya xwediyên kompaniyên kasêt tomarkýrýnê, mafê wê nedýdanê û ew hertim feqir û bêkes bû. Bý salan keda wê hat xwarýn, jý bona wê ji Eyþe Þanê jý ber vê bêe´daletiyê gelek xem dikiþandin. Jý aliyekê dýn ew bý vê heqiqetê ji hesýyabû ku sistema cumûreyta Týrkiyê hebûna Kurd û Kurdýstanê inkar dýken û zýmanê Kurdi ji qedexeye û dema ew lý gor zagonên sistema Kemalîstan pêngavan hilnegire, mafê wê ji yê mina mafê 25 mýlyon Kurdên bakurê Kurdýstanê bê xwarýn û pêpestkýrýn. Naveroka stranên Eyse Sanê: Naveroka stranên Eyþe Þanê ku aliyekê pênaseya wê jî didin xuyakirin, sê babetên civaki digirin ber xwe: 1_ Stranên kilasik û kilamên bav û kalan ku bý sedan sale sýng bý sýng jý aliyê dengbêjên Kurd ve hatýne gotýn û parastýn û samanek netewi û diroki tên hesýbandýn. Eyþe Þanê ji riya wan þopandiye û gelek stranên kilasik ji mirinê rizgar kirine: Weke strana Cembeliyê mirê Hekariyê, Strana Mem û Zinê (1), Lê lê Bêmal(2), Zeriî heyran, Cemîle, Bêrîvanê, Kocerê, Lawikê Metînî, Meyro, Hesenîko û gelekên dýn. 2_ Stranên ku serûkaniya wan jiyan û ditinên Eyþe Þanê ne û wê di çaxê jiyana xwe de afirandine û xwindine. An ji mýrov dýkare bêje naveroka wan stranan xwedik û awêneya jýyana Eyþe Þanê ne. Jý wan strana (Derdê Hewiyê an wela te nastînim) ku lý ser paþverotiya a´det û o´rfên cývaka Kurdistanê û zordariya mêran û tehqirkýrýna þexsiyeta jýnên Kurd hatiye gotýn, bala mirovan pir dýkiþine ser xwe. Herwýha strana (Qederê Yar) ku lý ser jýyan û bextreþiyên xwe yên dý cihanê de kiþandine, weke tabloyeki bedew neqiþandiye. Eyse Þanê strana ( Xerîbim Dayê ) li ser mirina dayika xwe gotiye ku beriya mirinê ji kurên xwe daxwaza dîtina Eyse Sanê kiribû, lê wan ew daxwaza dayika xwe nepejirandibûn. 3_ Pýþti sala 1990’an ku agýrê þoreþ û serhýldanên netewi li bakurê Kurdýstanê berfýrawan bûn, êþiq û heza Eyþe Þanê ya jý bo Kurdýstanê ku bý salan jý alýyê Kemalistan ve hatýbû serkutkýrýn, ji nûve geþ û gor bûn. Jý bona wê ji Eyþe Þanê bý dengê xwe yê hertýn xweþ bûyerên sýyasi ji ku dý cývata wê de dýqewmin anin zýman. Stranên siyasi ku Eyþe Þanê di salên dawiya jiyana xwe de xwindýne bý pýrani behsa wêrankýrýna gund û bajarên Kurdýstanê û qetýlamên ku dagýrkerên Kurdýstanê pêkanine dýke û bý vi rengi Eyþe Þan helwesta xwe ya jý doza welatê xwe re dýde dýyar kýrýn. Stranên Werýn werýn Pêþmergene, Newroz û Diyarbekir lý ser bûyerên Kurdýstanê hatine strin. Giringiya xebat û hunera Eyþe Þanê di vir de ye ku wê dý wan salên reþ de ku sýyaseta asimilasyona Týrkan her dera Kurdýstanê gýrtýbû býn bandora xwe û zimanê Kurdî li bakûrê Kurdistanê heta di nava malbatên Kurd de jî qedexe bû, bi zimanê þirînê Kurdî lorik û stranên kurdî gotin û awazên wê bûn melhemek jý bo tenahiya dýlbýrindar û Kurdistaniyên ku nedixwastin serê xwe ji ber dagirkeran bitewinin. Dengê wê bû hêviya wan kesên ku baweriya xwe bi Kemalîsm û asîmîlasyona dijwar neanîbûn. Di çaxê ku jin û mêrên Kurdan li her derê neçar bûn kincên Kurdî ji ber xwe bavêjin, Eyþe Þan bi kiras û fîstanên Kurdî li bajarên Kurdistan û Tirkiyê derket pêþberiya gel û bi dengê xwe yê þilik û nazik evîna ji bo welat, ziman û strana Kurdî di dilê herkesî de diafirand. Ew ji dijminên axa bav û kalên xwe qet netirsya, ji ber ku heya dawiyê baweriya wê bi hebûna gelê Kurd hebû. Li hemberi vê heza wê dijminê nýfþparêz jî li her derê jê re astengi derxistin û ew ji çalakîyên kar û xebata hunerî berbend kirin. Berevaji xwestekên wan Eyþana Osman jî sond xwar ku qet teslîmî xwestekên Kemalistên nýfþparêz û inkarkar nebe û bý rasti ji xanýma Kurd Eyþe Þanê heya dawiyê ev soza xwe bi cîh anî û qet ji helwesta xwe ya Kurdayetîyê nehat xwarê. Wê dilê gelê xwe þakir û dilê neyaran jî bi deng û stranênê xwe yên bi zimanê qedexekiri, þewtand. Eyþana Kurd li sala 1972’an çû Elmaniya û li bajarê Munþên bi cihwar bû. Li wir keça wê Þehnaz ku ji bo dayika xwe ji her tiþtê dinyayê bi qîmetir û eziztýr bû jiyana xwe ji dest da. Piþtî vê bûyera tal xemgînîyek mezin li ser jiyana Eyþe Þanê rûniþt û demeke dirêj dev ji xebatên hunerî berda. Piþtre careke din ji Almaniya vegerî Kurdistanê. Eyse San li basûrê Kurdistanê, soresa bakurê Kurdistanê û gesbûna ramanên Kurdayetiyê di meiyê wê de: Sala 1979’an Eyþe Þan ku bý salan bý hesreta ditýna baþûrê Kurdýstanê bû, çû seredana Kurdên vê perça Kurdistanê û bý germi jý aliyê Kurdên hemû deverên baþûrê Kurdýstanê hat pêþwazi kýrýn. Lý Bexda, Dýhuk, Kerkûk û Hewlêrê bý hunermendên mina M. Arýfê Cýziri, Ýsa Berwari, Gulbýhar, Tehsin Teha, Nesrîn Sêrwan û gelek kesên dýn re derket ser sehnê û bý hevre konsert pêþkêþi gel kýrýn. Herwiha wê bi gelek kesayeti û hunermendên Kurd re hevditin pêkanin. Segvan Ebddulhekim û Macida xanima wi, hunermend Nesrin Þêrwan, Ebdulrehman Mýzori, Dr. Bedirxan Sindi, Resûl Gerdi û gelek kesên din ji wan kesatiyên Kurd bûn ku Eyþe Þan çû ditina wan. Dema Eyþe Þan vegerî Tirkiyê ji aliyê Mîta dewleta Tirkiyê ve pir hat tehdid û nerihet kirin. Di vê derbarê de Eyþe Þan dibêje:’’ Çaxê ez vegerim Tirkiyê, wan ez girtim û pir heqaret li min kirin. Min got xweziya ez neçûbama Kurdistanê û ez poþman bûm, wan ji min re digotin tu karê Kurdinyê dikî…’’. Lê Eyse Sanê li basûrê Kurdistanê bi wan pêswaziyên bênimune ku ji aliye gelê Kurd ve li wê û hunera wê kiiribûn, bi vê heqîqetê hesiyabû ku keda wê ya wan salên dijwar û bi zehmet vala necûyê û wê di nava dilê gelê xwe de cihekî taybetî girtiye. Ji bôna wê jî hîvîyên mezin di dilê wê de afirîn ku careke de vegere nava Kurdên Kurdistana di bin desthilatdariya Iraqê de. Ji sala 1979’an heya geþbûna þoreþa li bakurê Kurdistan Eyþe Þanê pir kêm xuya dikir û ji bo debara jiyana xwe di idareyek postxana bajarê Ýzmirê de dest bi kar kir. Sala 1991’an piþtî reva Kurdên baþûrê Kurdistanê ji destê Be’isîyên xwînmêj kasêtek pêþkêþî dostên mûzîka Kurdî kir û bi vi rengi careke din bêdengiya salên dûr û dirêj þikand. Dema mirov strana „Werin werin pêþmergene“ li ser reþerojî û qedera gelê Kurd dibîhîse, bêtir bi kûratiya evin û dýlsojiya Eyþe Þanê ya ji bo gelê Kurd dihese: Werin werin Pêþmergene Derd giranin bêçarane Ew xerib Kurmancê mene…ax Ev Dihoke, ev Musile Zalim Seddam li me hu kir Zar û zêçê me belakir Ew qatil fermanê rakir …ax Û Eyþe Þan bi gotina vê stranê gelê bakurê Kurdistanê vedixwine ku hevkariya birayên xwe yên derbider û aware biken. Eyþe Þanê gelek stran tomar kýrýne ku bi rasti analizkirina berhemên wê kareki hêsan niye. stranên Lê lê Bêmal, Lorkê lorkê, Daykê qorban, Qederê yar, Cemîle here were, Xezal. Xezal, lêlê dînê, Memir Memir, Xivþê,.Kirasê te melese, Yar Meyro, Derdê Hewiyê, Hepsîyo, min tu dibû, Memê Alan, Nazliyê, Wey Saliho kurmam û gelek stranên din bi dengê wê yê xweþ di nava gel da belav bûn. Eyþe Þanê dý jýyana xwe de jý ber paþverotiya cývaki û zordariya dagýrkerên Kurdýstanê qet xweþi neditin û hertým jý bo bêþansi û êþa gýrana jýyana xwe stran dýxwindýn. Dema Heciye Xanýma dayýka Eyþe Þanê li Diyarbekirê dýmýre, ew jý týrsa býra û kesên xwe bo cara heri dawiyê ji nýkare dayýka xwe býbine û vi derdê xwe wýha tine zýman: Dayýkê qorban ava çemê Dýyarbekýr iro dýherýke leme leme e e e Daykê qorban pêl lý pêlê dýxe davê ser keleme Wele iro dayýka mýn nexweþe waya mýn tunine Hêsýrê çavê mi dêrana Xwedê weke baranê biharê dýherýke, nasekýne Heywax dayê xeribým dayê, hey wax dayê neminým dayê, Heywax dayê bêkesým dayê, bê te kesê mýn nemaye lý vê dunyayê dayê ez býmýrým dayê… Wefat û mirina Eyse Sanê ya di caxê bêkesî û tenêtiyê de Mixabin di nava me de derdek giran heye: heya hunermend û nirxên me yên netewi ji nava me koç neken, em qedirê wan nizanin, dema Eyþe Þan li xerîbiyê mir, kêmtir ji deh kesan di merasima veþartina cenazê wê de beþdarî kirbûn û heta di rojên dawîya jiyana wê de jî, kesî ji rewþ û halê wê nepirsî. Ew hertým bý tenê bû û dý nava xembari û xemginýyek bêdawi de jý nava me koçkýr. Ev karê me bêqedriyek mezin bû ji bo xizmeta Eyþe Þasnê ya salên dûr û dirêj. Dema em li jiyana hunermend û kesayetiyên e´reb, Tirk an jî Faris dinêrîn, dibînîn ku ew hinek zêdetir ji me qîmeta nirxên xwe yên netewî digirin. Mesela dema hunermenda E´reb Omkelsum ê wefat kir zêdetir ji yek milyon kesan di merasima vesartina wê de besdarî kirin. Pistre li ser jiyana wê rêze film hatin cêkirin û... Qedir û bihayê Eyþe Þanê ji ber bindestiya gel û welat wê, biqasi ku pêwist bû, nehat zanin û girtin. Lê ger wê li hemberi peymana xwe ya teji evin ji bo huner û strana Kurdi bê soz û qirar bûya, an ji bi wi dengê xwe yê bênýmune bi zimanê gelên serdest stran bixwindana, bêgoman ewê mina pirensisekê, mezin û bihagiran bûya. Lê di nava Kurdan de pirensisek bê tac û text bû. Wê bêgoman felsefeya Emedê Xani xwindibû û bi derdê gel û welatê xwe baþ zanibû. Eyþe Þan xanýmek rewþenbir û welatperwer bû û baþ bý derdê býndestiya gel û welatê xwe hesiya bû. Jý bona wê ji hertim wýha digot: ‘’ Derdê bindestiyê pir êþ û eleman diafrîne û eger welatekî me yê azad hebûya yê gelê me jî bêtir qîmeta nirxên xwe bizanîba, emê bibin fidayê bindestiya gel û welatê xwe.‘’ Belê …Ger Eyþe Þanê ji mina hýnek hunermendên bêhelwest jý bona pere û malê dýnyayê huner û kesayetýya xwe ya netewi býfýroþtana, bêgoman ewê dý rewþek baþtýr de býjiya. Rewþa jiyana Eyþe Þanê ya maddi baþ bû lê wê tim xwe bêkes û xerib didît. Ew hem ji aliyê civaka paþverûya Kurdan û hem ji ji aliyê sistema Kemalismê ve hatibû tehqir kirin. Ji aliyekê bi derdê neditin û dûriya dayik, xwiþk û birayên xwe diþewti û ji aliyê din ji dengê wê ji aliyê berpirsyarên komara Tirkiyê di qirika wê de dihat fetisandin û wan nedihêþt awazan bi zimanê xwe yê zikmaki bixwine. Eyþe Þan du caran zewcî û niha du kur û keçek wê hene. Hunermenda navdar Eyþe Þan di 18’ê Kanuna sala 1996’an de piþtî ku gelek salên dûr û dirêj ji hunera resena gelê xwe yê bindest re xizmetek bêwestan kir ,bý nexweþiya kanser(þirpenc)ê li nexweþxaneya bajarê Izmîrê çû ber dilovaniya Xwedê. Eyþe Þan ji weke gelek hunermendên dýn jý nýfþê piþti xwe re bû xwindýngehek dewlemend û dý roja iro de gelek hunermendên Kurd dane ser þopa wê û kýlamên wê dýxwinýn Ji wan mirov dikare navê hozan Zozan, Delal, Fatê û Gulistan Perwer û gelek kesên din bi nav bike. Xizmet û keda Eyþe Þanê ya diroki qet nayê ji bîr kirin û her sal 18’ê kanunê yê li her dera Kurdistanê ew bê bi bîranîn. 1. Ev stran Eyþe Þan û Cemil Hûro bi hevre xwindine, lê sala ku stran hatiye tomarkirin, min nezani kengiye. 2. Strana Lê lê Bêmal wek Eyþe Þan bixwe ji dide xûyakirin ji Osmanê bavê xwe hinbûye. Cend stranên Eyse Sanê _1. Qederê Were yar... Qederê yar Qederê #er bikem mîna qederê xelkê tu ji min re nebûy yar Te ez kirim peyakê rêdûrê westiyayî peyayê piyadar Tu bûy siwarekî bi rim û bi mizreq Li ser pista seêwîxelqê bûy siwar Yar yar yar qederê yar Lê qederê... te gostê min helandî Lê sitûyê lingê min li xelkê dikî xiwar Lê qederê te ji xwe re ez kirime tucar Tu ji min re bûyî bazar Te ez kirime tucarekî bilmez Bi bazara xwe nizanim kirime zirar yar yar ... Lê qederê maliksewitiyê Te ez kirime sivanekî yaqe bi qulavê(qirêj) ling bigemar Tuyê li dawiyê bûye gurekî Siba tu bircîye har yar yar yar Lê qederê tu rûnustî li #iya kevir û dar li min tînî Stûyê min li xelkê dikî xiwar yar yar yar Yar yar yar qederê yar, yar yar... Lê qederê ...malik sewitiyê Tu bûy siwarekî te ezê ji xwe re kirim axakî xwe yê rûsar Te li dawiyê ez kirim heqsizekî heqvêrmezê bêbextê sextekar yar yar... lê qederê... Heftxêrnedî bêbext û sextekar yar yar... Lê qederê te pasî ez kirime qumarciyekî Bi destê xwe nizane mala xwe sewitînandî, dilîze Bi heft salan û dilîze bi qumar Ay lê qederê ezê nifirekê li te li te bikim Bila gunehê min bibe marekîresê tîremar Bila li stûyê te biside qederê bigere mêrge bi mêrge Yayle bi yayle ji te nemîne war bi war yar yar yar... Lê qederê... maliksewitiyê wele tirsim tu tim yaxa min bernadî Te darê cuqûrê daye ser piyê min sêwiya Xwedê Li welêt derxistime malxerabê te ez gerandime war bi war yar, yar... Ay lê qederê wele tirsa min ji wê tirsê Tu yaxa min bernadî heya roka vê mirinê Kefen û sabûn û xwendina xoce qorîna tirbê kundala sar yar yar qederê yar ... _ 2. Derdê Hewiyê Wele te nagirim, bîlle te nastînim Wele te nagirim lo bîlle te nastînim Derdê hewiyê welle nakisînim Dayê ez nagirim bavo nastînim Derdê hewiyê welle nakisînim Jinê wî diduye cavê wî bircîye Li malê pevcûye wele nastînim Dayê nastînim lo, bavo nastînm Welle te nastînim, bîlle te nastînim Derdê hewiyê welle nakisînim Jinê wî care bi dost û yare Wele nastînim, bîle nastînim Derdê hewiyê nakisînim Wele te nastînim, bîlle nastînim _ 3. Cembelî kurê mîrê Hekarî Ay de lorî lorî lorî Cembeliyê min lorî Dergûsa cembeliyê min ji darê mazî Min hejandî bi zend û bendê xwe yî tazî Tirsa min ji wê tirsê siba li dû min û Cembeliyê kurê mîrê Hekariya dibe hawar û gazî Ay de lorî lorî Cembeliyê min lorî Dergûsa Cembeliyê min li ser dare dike Dergûsa delalê dilê min li ser darê dikê Ezê îsev dergûsa Cembeliyê xwe yê picûk bigirim Bavêjim ser dêla avê me dikim Ay de lorî lorî lorî Cembeliyê min lorî Ax Xwedêyo tu #iqas pakî tu berf û baranekî Tu rê#ê li van zaliman wendakî Tu min û Cembelîyê kurê mîrê Hekariya Li zozanê Serefdînê bi hev û dinê sakî Ay de lorî lorî lorî Cembeliyê min lorî |