PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Ciwanên Kurdistan


Ciwanên Kurdistan

Ey cîwanê Kurdistan
Baz û pilingê çiyan
Te riya serxwebûnê
Ji xwe re kiriye viyan

Neviyê Rustemê Zal î
Tu torinê Kawa yî
Li hemberê neyaran
Wekî bahoz û ba yî

Bi berxwedan û hedan
Dimeþî ser tariyan
Pir ronak û zana be
Azad bike Kurdistan

Welatê bav û kalan
Ji pahla ta ardahan
Ji afrîn ta pahlayê
Navê þirîn Kurdistan

Zûke sazke karên xwe
Da ku hilgirî barê xwe
Bi taveke her jiyan
Ronahîke warê xwe

Bizane kurê Kurdan
Hêviya te ye Kurdistan
Di riya sexwebûnê de
Ew deþt û mêrg û zozan

Ey cîwanê Kurdistan
Dozdarê welatê xwe
Destgirtiyên aþitiyê
Þervanên rojên giran

Her bijîn her bijîn
Li ser xaka Medyayê
Cîwanên Kurdistanê
Azad û serfiraz bijîn

Ew þerxwaz û erjeng in
Paþverû û serjeng in
Tirk û Ereb û Ecem
Hem bav Gur e him jî kal

Ji bona Kurdistanê
Ji bo warê jiyanê
Xweþmêr û canfîda yî
Xwînsar î, wek Þêra yî

Li hogiran bigere
Bike rêheval ji xwe re
Aþitîyê bike jiyan
Xweþik be bila cîhan

Dijmintiyan nexwaz e,
Dostaniyan saz bike
Tým þadûman û geþ be,
Bila cîhanate xweþ be

Li ser riya aþtiyê
Ji bona azadiyê
Rûyê dijmin reþ bike
Bi yekîtî û ronahiyê

Hûn egîd in him mêrxas
Him xwende him zana ne
Kevokên bask spî ne
Wek Piling û Þêr û Baz

Her bijî, tu her bijî
Baz û Pilingê çiyan
Xwe kar bike here Þer
Azad bike seranser

Kurdistan warê te ye
Çavên wê li benda te ye
Di bin destê dijmin de
Dixwaze azad bijî

Her bijîn hûn azad bijîn
Bazên deþt û zozanan
Þêrên bajar û yekbanan
Wek mêr û Þêran bijîn