PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Çend Gitinên Pêþîyan


Gitinên Pêþîyan


www.pdk-xoybun.com


  • Ber bi min e, hay ji xwe tune.
  • Ber bi min e, hay ji xwe tune.
  • Bi berxîtî têr þîr nexwar, bi kavirî têr gîya nexwar.
  • Deve ji devetiyê ketiye, le ji hope-hopê nakeve.
  • Diya kuran, dimire li kadîn û axuran.
  • Erd hiþk e û ezman bilind e
  • Feqir û jar, wek par û pêrar.
  • Ger dik þer bikin, bi hêsani tên girtin.
  • Hêj nebûye varik, li cihê mirîþkan hêk dike.
  • Hêstiran (qantir) nal dikin, kûsi ji lingên xwe radikin.
  • Heta bêjin rovî ye, dê post here çarþiye.
  • Hûr e, le devê þûr e.
  • Jî hêstirê ra gotin bavê te kî ye? Got diya min mehîn e.
  • Kaniya ku mirov av jê vexwe, mirov tê da narî.
  • Kê êrîþ bir savarê, bila ew biçe hewarê
  • Ker çû Bexdayê, bû hêstir.
  • Ketin û rabûn ji mêran ra ye.
  • Kî gora kê bikole, ew bi xwe dikeviye.
  • Mêr kanî ye, jin berm e (hewz).
  • Min go ez, te go ez, guran xwar keriyê pez.
  • Mir kerê qazî, xelkê hemî kir hewar û gazî.
  • Mirov parsûya xwe ya xwar nîþanê xelkê nade.
  • Nezanê neguhdar, derdê bêderman.
  • Non, parî bi parî; av, heta dikarî.
  • Nû hatin, kevn xelat in.
  • Qenc li min nagerin, xirab ji min nagerin.
  • Roviyê berdayî, çêtir e ji þêrê girêdayî.
  • Se ne, hay ji hev hene.
  • Þêr ji kendalan ket, rovî bi þekalan ket.
  • Serê Kanûnan, selata xiyaran!
  • Serê Kanûnan, selata xiyaran!
  • Þîn û þayî, bi tevayî.
  • Xwiyê þîrî, heta pîrî
  • Zimano birriyo, seriyo bihêsayiyo.

  • Here Rupela Serî


    1 -
    Gotin : Ber bi min e, hay ji xwe tune.
    Wate : Ev peyva pêþiyan di heq ê kesên wisa da tê gotin ku, þaþî û kêmayiyên xwe nabînin yan þaþî û kêmayiyên xwe biçûk nîþan didin, lê qala þaþî û kêmayiyên kesên din dikin, þaþî û kêmayiyên kesên di mezin nîþan didin.

    2 -
    Gotin : Bi berxîtî têr þîr nexwar, bi kavirî têr gîya nexwar.
    Wate : Li ser kesên bêþans ên wisa tê gotin ku, jîyana wan bi xizanî û perîþanî, bi derd û kul, bi êþ û azar derbas bûye, di jîyana xwe da tim rastê alozîyan û rewþên zor û dijwar hatine.

    3 -
    Gotin : Diya kuran, dimire li kadîn û axuran.
    Wate : Li ser bêwefatiya kuran a di heqê dê û bavên wan da tê gotin. Yanî ji ber ku kur li dê û bavên xwe yên pîr û kal xwedîtî nakin û ji wan ra nabin alîkar, diyên wan bêkes dimînin û ji bêkesî dikevin kadîn û axuran, li kadîn û axuran dimirin.

    4 -
    Gotin : Feqir û jar, wek par û pêrar.
    Wate : Li ser domîna rewþa xizanan tê gotin; yanî rewþa wan a zor û dijwar didome, wek xwe dimîne, naguhere, baþ nabe.

    5 -
    Gotin : Hêj nebûye varik, li cihê mirîþkan hêk dike.
    Wate : Li ser kesên hednezan tê gotin. Kesên ku ji heqê hinek karan, hinek tiþtan dernakevin, lê digel wê yekê jî hedê xwe nizanin û xwe davêjin wan karan, wan tiþtan.

    6 -
    Gotin : Heta bêjin rovî ye, dê post here çarþiye.
    Wate : Di heqê giringiya tedbîran da tê karanîn. Dema ku li pêþiya kesek yan tevgerek talûkeyek bê texmînkirin, di heqê wê rewþê da ev peyva pêþîyan tê gotin û bi wê, tê diyarkirin ku divê mirov li dijî wê talûkê tedbîr bistîne.

    7 -
    Gotin : Jî hêstirê ra gotin bavê te kî ye? Got diya min mehîn e.
    Wate : Li ser kesên wîsa tê gotin ku hunerek ji wan nayê, lê hêz didin xwe ku bi saya hinek kesên din xwe mezin nîþan bidin. Kesê wisa tê þibandîn bi hêstirê, ku bavê wê ker e, lê ew naxwaze qala bavê xwe bike, bi diya xwe dipesîne û xwe bi diya xwe dide nas kirin.

    8 -
    Gotin : Kê êrîþ bir savarê, bila ew biçe hewarê
    Wate : Li ser kesên xwexwaz û bêxîret tê gotin.

    9 -
    Gotin : Ketin û rabûn ji mêran ra ye.
    Wate : Li ser kesên xurt û zexm ên wisa tê gotin ku, li ber bûyerên giran û dijwar qels nabin, dema bûyerên zor û dijwar li wan biqewimin, li ser lingên xwe dimînin, qels nabin û natewin. Mexsed ew e ku kesên xurt û zexm hem di rewþên hêsan ên wek rabûnê da, hem jî di rewþên dijwar ên wek ketinê da, xurt û zexm dimînin, sist nabin.

    10 -
    Gotin : Mêr kanî ye, jin berm e(hewz).
    Wate : Mêr tiþtan ji mala xwe ra dikire, dibe û jin jî wan tiþtan dicivîne û li wan xwedîtiyê dike.

    11 -
    Gotin : Mir kerê qazî, xelkê hemî kir hewar û gazî.
    Wate : Li ser kesên naskirî û giregir tê gotin ku, di nava cîvatê da li pêþ in û ciyeki wan ê bilind heye. Mexsed ev e ku, dema tiþtekî biçûk jî bê serê kesên wîsa, her kes ji bo wan xemgîn dibe û hewar dike.

    12 -
    Gotin : Nezanê neguhdar, derdê bêderman.
    Wate : Ger mirov nezan be, divê mirov guhê xwe bide kesên zana û ji zanîna wan mafdar bibe, îstîfade bike, ji wan fêrê zanînê bibe û bi wî awayî gav bi gav, hêdî hêdî xwe ji nezaniyê derxe û bibe kesekî zana. Kesê ku guh nede zanyaran û xwe fêrê zanînê neke, dibe wek derdekî bê derman ê ku jê ra tu havilek, tu çareyek nayê peyda kirin.

    13 -
    Gotin : Nû hatin, kevn xelat in.
    Wate : 1.Dema hin tiþtên nû yên wek cilan û w.d digîjin destên mirovan, êdî rûmet ji tiþtên kevn ra namîne û hingê tiþtên kevn, ji hin kesên dî ra wek xelatan tên dayin.
    2.Dema di karek da, di pîþeyek da, di qadek da hin kesên nû digîjin û dikevin kar û xebatê, êdî cî û rûmet û qedir ji kesên berê ra namîne; ew êdî vedikiþin û cîyên xwe didin wan kesên nûgîhayî.

    14 -
    Gotin : Roviyê berdayî, çêtir e ji þêrê girêdayî.
    Wate : Eger mirov azad nebe û girêdayî be, mirov þêr be jî ew þêrtî xêr bi mirov nake, û kêrî tiþtek naye, azadiya herî xirab ji bindestîya herî baþ çêtir e.

    15 -
    Gotin : Þêr ji kendalan ket, rovî bi þekalan ket.
    Wate : Li ser kesên keysperest û liþtok (menfeetperest) ên wisa tê gotin ku, dema hin kesên ehl û kêrhatî ji meydanê dikevin, ew xwe davêjin meydanê û dixwazin ji wê rewþê mefadar bibin, îstîfade bikin û bi wî awayî liþt (menfeet) bigîhînin destên xwe. Kesên wisa keysperest tên þibandin bi rovîyekî ku piþtê windabûna þêrek xwe davêje meydanê û li pey liþtan, li pey berjewendiyan diçe, dixwaze wê valayîya li pey þêr, li ser hesabê xwe û ji bo liþta xwe bi kar bîne.

    16 -
    Gotin : Serê Kanûnan, selata xiyaran!
    Wate : Li ser hinek daxwaz û tevgerên bêwext tê gotin

    17 -
    Gotin : Xwiyê þîrî, heta pîrî
    Wate : Li ser xwe neguherîna mirovan hatiye gotin, yanî tiþtên mirov zarotiya xwe de hîn dibe ji vanan hinek jê re dibe xwî û ew xwî heta kaltiyan wan jî bi wan re dimîne.

    18 -
    Gotin : Ber bi min e, hay ji xwe tune.
    Wate : Ev peyva pêþiyan di heq ê kesên wisa da tê gotin ku, þaþî û kêmayiyên xwe nabînin yan þaþî û kêmayiyên xwe biçûk nîþan didin, lê qala þaþî û kêmayiyên kesên din dikin, þaþî û kêmayiyên kesên di mezin nîþan didin.

    19 -
    Gotin : Deve ji devetiyê ketiye, le ji hope-hopê nakeve.
    Wate : Li ser kesên fortek ên wisa tê gotin ku, dema mecal û îmkan ji destên wan derdikevin jî, ji fortên xwe namînin û dixwazin bi fortan xwe nîþan bidin, bi wî awayî bala kesên din ber bi xwe bikiþînin.

    20 -
    Gotin : Erd hiþk e û ezman bilind e.
    Wate : Nîþana bêhavilî û bêçaretiyê ye. Dema mirov bêhavil bimîne û tiþtek ji destê mirov neyê, mirov vê peyva pêþîyan bi kar tîne. Yanî erd hiþk e, mirov nikare tê da here xwarê û li wir li havilek bigere; ezman jî bilind e, mirov nikare here wir û li wir çareyek bibîne.

    21 -
    Gotin : Ger dik þer bikin, bi hêsani tên girtin.
    Wate : Dik çiqas jêhatî bin ji, eger þerê hev bikin, biliyê hev dibin û haya wan ji talûkeyên derdora wan namîne. Hingê girtina wan hêsan dibe, bi hêsanî tên girtin. Nexu, ji bo ku neyên girtin, divê ku þerê hev nekin.

    22 -
    Gotin : Hêstiran (qantir) nal dikin, kûsi ji lingên xwe radikin.
    Wate : Di heqê kesên hednezan da tê gotin; di heqê kesên wisa da tê gotin ku bi rasti hunerek ji wan nayê, lê hedê xwe nizanin û bi çavê mirovên hunermend li xwe dinêrin, dixwazin xwe xwedihuner niþan bidin, zimandirêjî dikin û dixwazin bi wê/î awayî bala mirovan bikiþinin ser xwe.

    23 -
    Gotin : Hûr e, le devê þûr e.
    Wate : Li ser kesên wisa tê gotin ku bi timtêlên xwe, bi laþên xwe hûr in, lê karên hêja û gýiranbiha dikin, hunerên rûmetbilind ji destên wan tên, yanî marîfet di gir bûn û di giraniyê da nîne.

    24 -
    Gotin : Kaniya ku mirov av jê vexwe, mirov tê da narî.
    Wate : Cîh yan kesê ku mirov jê qenciye bibîne, divê mirov jê ra wefadar be û xirabi pê neke, ziyan negîhîniye, di heqê wê/î da bêbextî û nonkoriye neke.

    25 -
    Gotin : Ker çû Bexdayê, bû hêstir.
    Wate : Li ser kesên wisa re tê gotin ku, ne xwediyê hunerek in, nikarin hunerek niþan bidin, lê bi guhertina ciyê xwe yan bi peydakirina karek yan bi dewlemendbûnê û wd. ji hedê xwe derdikevin, bi çavê mezinan li xwe dinêrin, xwe bi ser kesên din ra digirin û kesên din biçûk dibinin, li serê kesên din da quretî û pozbilindîyê dikin.

    26 -
    Gotin : Kî gora kê bikole, ew bi xwe dikeviye.
    Wate : Kesa/ê ku xirabî bi kesa/ê din bike, ew xirabî dê li wê/î bizivire û ziyan bide wê/î bi xwe. Eger mirov bi hin kesên din xirabî bike, dibe ku mirov bi xwe jî ji wê xirabiya xwe ziyan bibîne.

    27 -
    Gotin : Min go ez, te go ez, guran xwar keriyê pez.
    Wate : Ger li cihek yekîtî û hevgirtin tune be û her kes bêje “ez”, hingê pez bêxwedî bimîne û bibe xwarina guran.

    28 -
    Gotin : Mirov parsûya xwe ya xwar nîþanê xelkê nade.
    Wate : Divê mirov þaþî û kêmasiyên xwe eþkera neke û mecal nede kesên din ji wan haydar bibin, wan bibînin û bi wan bizanin.

    29 -
    Gotin : Non, parî bi parî; av, heta dikarî.
    Wate : Li ser kesên çikûd tê gotin, ku di dayîna xurekên wek nan da çav teng û çikûd in, lê di dayîna avê da û comerd in an jî di dayîna tiþtên biha de çikûd û tiþtên bêpere an jî ên erzan de comerd in.

    30 -
    Gotin : Qenc li min nagerin, xirab ji min nagerin.
    Wate : Kesên qenc xwe nêzîkê min nadin û halê mýn napirsin, bi min ra dostanî û hevalîyê nakin, ji min ra nabin alîkar û piþtgir; kesên xirab jî ji min dûr nakevin, min bi halê min nahêlin, dest ji min bernadin û bela xwe ji min venakin.

    31 -
    Gotin : Se ne, hay ji hev hene.
    Wate : Li ser kesên xirab û têkiliyên wan ên ku bi hev re tê gotin; yanî haya kesên xirab ji hev heye, ew hev nas dikin û derbare hev da bi tiþtan dizanin.

    32 -
    Gotin : Serê Kanûnan, selata xiyaran!
    Wate : Li ser hinek daxwaz û tevgerên bêwext tê gotin.

    33 -
    Gotin : Þîn û þayî, bi tevayî.
    Wate : Ev gotina pêþiyan giringîya hevgirtinê û alîkariyê di cîvatê da dide zanîn. Ji ber ku mirov di civatê da bi hev ra dijîn, di jiyanê da hewcedariya wan bi hevgirtinê û alîkariyê heye; divê ku di þîn û þayiyan da, di rojên xweþ û reþ da hevgirtî bin, ji hev ra bibin destek û alîkar.

    34 -
    Gotin : Zimano birriyo, seriyo bihêsayiyo.
    Wate : 1. Kesê ku sikut be û di heqê kesan û þolan da nepeyîve, serê wê/î bihêsayî ye, serê wê/î hêsa ye, tiþtek nayê serê wê / î.
    2. Kesên ku bobilata neke stûyê kesên din ew paqij dimînin û tiþtek derbarî wan de naye gotin.


    * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * *

    Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun




    Kurdistan Welatê Kurdaye ! Kerkûk Dilê Kurdistanê ye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !


    Piroje ya Kurdistan a Mezin ! Groß Kurdistan Projekt !

    http://www.pdk-xoybun.com

    http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


    http://www.xoybun.com/nuceimages/Parastina_Sinore_Kurdistana_Mezin_1.jpg


    Kurdistan Welatê Kurda ye ! Kerkûk Dilê Kurdistanê ye !



    Her Bijî Kurd û Kurdistan !




    Sosyal, Çaðdaþ, Baðimsiz, Bîrleþîk ve Demokratîk, Kurdistan Îçîn, El Ele Vêrîn !



    Avakirina Kurdistan a Mezin, Egera Aþîtî û Demokrasî ya Cîhanê ye !



    Komela Bazirganên Kurd û German Ava Dibe.