PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Jana dil




Jana dil

EY JANA DÝLAN

Tûyî hisreta giran
ez te nast dikim
ji kevnasîyek dirêjde
ji keþtiya nûhde
ji nivîsa lamikde
ji mêrxasiya cemþîdde
ji dengê nalê hespê eyûbiyande
ez te nastdikim.

ez dizanim tû poz bilind û difreyî
ji maleke kevnar xwedanê tac û
koçk û eywan û sera êl û ola roj û agirîye
de maçekê ji wan lêvên erxiwanî
bi ser minde kerem bike
da kû rabim mîna ristemî zal
rakim þwîrê xerzanî
fetih bikim çaraliyê bejna te.


ji evîna te dilê min
bûye hiçekî lotikvan
li dora min hille dide
bi dilekî tirsyayî û bi devekî xoþeng
dilpaka di kezeba minde difetisîne
û bilalûkê hiþk di çavê minde dibire
ew çavê kû li bendemana te westiyayi mane.


de were ey yara destpêka dilê min
ji bihiþtê xweþtir jý nefesê wêdetir
ji kewserê zelaktir
gerdena te ya kû ava jiyanê jê diniqutte
pîyala min ji wê avê tijî bike
da kû di gewriya qirika xwere
hêdî hêdî bera nêv rih û giyanê xwedim
pêde biçim mîna ekoynos ta bi dûset salî
xort û xurt û payedar ser bilind
bimîným bý evîna te.


ey pût û lat û mahderê
ey zêr û dur û gewherê
wer min jý kalî vegerîne
bîst û pênç salê berê
ez dizanim wê can bi te vegerê.


KALê qurdîsî**** dîyarî smail alucî dikým=AMUDê
---------------------------------------------
Nisêbîn, 23.03.2006



Kalê Kurdîsî

kaniya_dilan@hotmail.com

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg