GULSOSÝNA MÝNGULSOSÝNA MÝNezli feryad û fîxana deman gerokê heyveroniya xewnên te me li baxê kelecana dilê xwe þereba tiriyên kefa destê te me xewên þevên min bêyî te tarûmar in li temenê xwe yê wêran tepînka kana madenê me germahiya hezkirina dil di gewriya min de bû gilokek werisandî min lezeta lêvên te di þewqa finda lerzok de kola di rûkeniya te de girî û di giriyê te de kenê xwe dît li bejn û bala te ya fîdanî hest li ramûsanan þiyar dibin ji kovaniya awirên te bêhna gulsosinan tê were êþên giyanê min li paþila pêlên lehiya xwe siwar bike bi rengê kenê þîn û narîn li qolincên asoyê min bialîne þeweta kezeba min bi hênikahiya êvarên xwe vemirîne bi melûliya birûyên xwe toza gula hinavên min vemalîne êdî peyv li ser tirsa lêvan hiþk û ziwa bûn xewn û xeyal di kesera robaran de xeniqîn heyv li bêkesiya min stûxwar e helbest li tenetiya hilmgirtî di axînan de dinale were bêhntengî bedbextî û bêbaweriya min di tîrêjên þefaqa asîmana xwe de biperçiqîne bihelîne û tune bike Stockholm, 24. 11. 2006 Xizan Þîlan 30. 01. 2007 Xizan Þîlanhttp://www.pdk-xoybun.com |