PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



WAY NEWROZ E, NEWROZ E !


WAY NEWROZ E, NEWROZ E !

Birano rabin Newroz û bihare
Dilê bi xwîn nexweþ e birîndare
Welatê min dîlê li bin destê neyare
Dilê min parçe bû, bû pare pare

Welatê-min kanê bê zozan û war im
Dixûnim kewribatê ser zinar im
Li qada xurbetê bêwelatî mam
Dilbixwîn im dikim zarîn heware

Kanê welatê min warê min kanê
Kanê Serheda min Ameda min kanê
Weki leyi ji çavan xwîn dikiþe
Gula min dîlê dijminê xwînxware

Bê kes im kes li çara min nayê
Bê Gula xwe ez çi bikim dunyayê
Agirê evînê sohtim ku sersala me hat
Ev çi derde birîn kûre xedare

Bihar e xulîn ketiye çem û ava
Sersal û Newroz hat ser ser û çava
Li benda me ye fire bavêjin gava
Li Kurdistanê zarîn û fîzare


Helbestê Gel