PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Mîrên Botan kî bûn ?


Mîrên Botan kî bûn ?


Mihemed Emîn Zekî di pirtûka xwe de: Kurtiya Mêjûya Kurd û Kurdistanê, wergera Mihemed Elî Ewnî, ya ku li Qahîrayê, sala 1936an, derket, di rûpelên 142-146an de dibêje: "dipey ku dewleta Eyûbiyan mîrî, (ango hikûmeta) Zenkî ji navê rakir, mîriyeke kurdî ji Azîzan li Cizîra Botan hate ava kirin".

Vê mîriyê Cizîra Botan û navçêyên wê di bin hêza xwe de bi rêve dibirin, heya mîriya Bayinderiyan, yên ku Tirkuman bûn, hat û Botan xiste bin destê xwe de. Belê vê mîriya Bayinderiyan pir dirêj ne kir û Azîziyan careke dî welatê xwe vegerand û xiste bin destê xwe de. Azîzî di welatê xwe de demeke dirêj, nêzîkî du sedsalan serbixwe bûn û karî bûn azadiya xwe biparêzin, heya Osmanî hatin. Hingî ew ketin bin destê Osmaniyan de.

Yek ji vê malbata Azîzan Þerefxanê Evdilezîz bû, yê ku di sala 1585an de mîrîtî li Cizîra Botan dikir. Xwendegeha pêþî, ya ku li Cizîrê vebû, navê wê "Xwendegeha Sor" bû, û ew bi gotina Þerefxanê Evdilezîz hati bû avakirin. Ji vê xwendegehê piþtre gelek nivîskar û helbestvanên navdar weke Ehmedê Xanî derketin.

Di sala 1821ê de Mîr Bedirxanê kurê Evdalxan kete cihê bav û bapîrên xwe. Ew hingî 18 salî bû. Mîr Bedirxanê Evdalxan, mîrê paþî ji vî bavikî bû, yê ku hê li ser axa Kurdistanê mîrîtî dikir. Gava vî mîrî keys li Osmaniyan anî, wî rê li ber wan girtin û dest bi berxwedanê li dijî wan kir.

Piþtî 21 salî, ango heya bi sala 1842an wî karî bû beþekî fireh ji xaka Kurdistanê di bin serekatiya xwe de bigihêne hev. Ji navça bakurê gola Urmiyayê heya bi Rawendûz û Mûsilê li baþur, wî hemû bi dest xwe ve anî û kire yek. Wî perên zîvî bi navê xwe derxistin. Li rexekî "Mîrê Botan Bedirxan" hati bû nivîsîn û li rexê dî sala 1258an koçî hati bû nivîsîn.

Gava ku mîr Bedirxanê Evdalxan gelek guhertinên nû di Kurdistanê de kirin û kara xwe ji bo Kurdistana mezin kir, hikûmeta Osmaniyan bi hemû xap û rîpên necamêrî xwest, ku wî ji rê bibe. Piþtî ku wan dît, ku mîr bi derew û tolaziyên wan bawer nake, wan leþkerekî mezin, bi serekatiya Osman Paþa þiyande ser wî.






Yên rûniþtî, ji çepê ber bi rastê ve: Emîn Alî Bedirxan, Alî þamil Bedirxan, Mîqdad Mîdhat Bedirxan


Yên þipyayî li melê çepê: Mirad Remzî Bedirxan




Li ber çemê Zaytûnê, nêzîkî gola Urmiyayê leþkerê herdû aliyan ketine singa hev. Piþtî þerekî gelekî dijwar, yê ku tê de hijmareke mezin ji Tirkan hate kuþtin û Tirk ber bi paþ ve diçûn, Mîr Yezdan Þêr, kurmamê Bedirxan û serekê leþkerê Kurdan, bêbextî li kurmamê xwe kir û xwe bi çend serleþkerên xwe ve gihande Tirkan. Wî xwe gihande Tirkan û bi hêviya ku ewê êdî bibe mîrê Botan, þerê gelê xwe kir. Belê dîse leþkêrê Osmaniyan di þer de bi ser ne ket.


Hê ji nû piþtî 8 mehan ji xap û derewên Osmaniyan, wan karî bû bi navê dînê misilmantiyê leþkerê Kurdan biþkênin. Di þer de mîr Bedirxan dîl hate girtin. Osmaniyan ew, birayê wî yî mezin Mîr Salih, birayê biçûk Ased, herdû kurên wî yî mezin û birek ji endamên hikûmeta wî bi xwe re birine Stembolê.

Ji Stembolê ew sergomî ser girava yûnanî Krêta kirin û li wir cezayê ku Osmaniyan dabûyê xwar. Piþtî ku cezayê wî ne ma, siltanê Osmaniyan rê dayê ku here Þamê. Ew li Þamê ma, heya ku çû dilovaniya Xwedê. Li wir ew di goristana Þêx Xalidê Nexþebendî de, li taxa Kurdan li Þamê hate veþartin. Li ser quba wî ev gotina ha hatiye nivîsandin: "Al-Fatiha, Mîrê Cezîra Botan, Mîr Bedirxan Azîzan, bila dilovaniya Xwedê li ser wî û xwediyên wî be, sala 1287an koçî."

Ji destpêka sala 1848an ve Osmaniyan dest bi sergomkirina zaroyên Bedirxan kiri bû. Piraniya wan anîn û li Stembolê hiþtin, da dibin çavan de bimînin.