PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN

Werin em Celadet Elî Bedirxan nas bikin

Werin em Celadet Elî Bedirxan nas bikin

Zarokên xoþewîst, emê vê carê navdarekî kurd Celadet Alî Bedirxan bi hev re nas bikin. Celadet Bedirwan, jiyaneke gelekî dijwar û ew qas jî tijî jiyaye. Ji ber vê yekê, pêkan e ku em ji jiyana wî ji xwe re gelek minakan bigrin.

Celadet Alî Bedirxan li Stenbolê hatiye dinê (1893). Ew newiyê (torinê) Mîr Bedirxan (emîrê Bohtanê) paþa, kurê Emin Alî bedirxan begê ye. (Bav û bapîrê wî ji ber sedema raperîna Bedirxaniyan di sala 1842'yan de, Bedirxan begê azdiya xwe îlan kir, Cizir kir paytextê dewleta Bedirxaniyan. Heya 5 salan ew azad jiyan. Dûre li ser îxaneta xwarziyê xwe Yezdan Þêr, ew di 27'ê tîrmeha 1847'an têk çûn. Ji ber vê yekê hatibûn

sirgûnkirin). Ew sirgûnî Stenbolê bûn. Di wan salan de bi navê Celaded zarokek hate dinê. Dûre ew birin Gîrîtê. Paþê dîsa vegeriyan Stenbolê. Ew di wan salan de ku hîna li ber berê diya xwe bû, bi lorîn, ax û întizara welat hate mezinkirin. Di loriyên dê, bav û bapîrên wî de ev îtizarî

dihatin hildan:

Wan ji zarokê xwe re ev tiþt hemû di biçûkatiya wan de bi zimanê kurdi yê sade û xweþik, digotin, bi wî awayî ew mezin dibûn.

Osmaniyan, Celaded, di Þerê Cîhanê yê Yekem de, li eniya qafqasan bir þer. Bi dû belavbûna Împaratoriya Osmaniyan de, ji bo yekîtiya eþîrên kurdan xebitî. Ji bo vê, di sala 1922'an de rejîma wê demê, fermana dardakirina Emîn Alî Bedixan û her sê kurên

Wî (Celadet, Kamûran-Sureyya) derxistin. Mîr Bedirxan û Emîn Alî Bedirxan çûn þamê. Celadet û Kamûran Beg çûn Ewropayê. Herdu bira li Almanyayê bi cih bûn.

Celaded Bedirxan li wê derê dibistana bilind hiqûq xwend û doxtora kir. Di sala 1925'an de derbasî Qahîreyê bû. Di sala 1930'î de li Þamê bi cih bû. Di vê çaxê de Sûriye di bin hukmê Fransayê de bû. Di wê navberê de, Celadet Alî Bedirxan, bi dotmama xwe re zewicî. Li gorî

gotinekê çar zarokên wî hene. Keçikeke hevsera (jina) wî ye ku ji mêrê yê pêþin ê ereb e, niha li Bexdayê dijî. Keça wan a din jî niha li Þamê ye. Lê der heqê lawan de agahiyê dirust tunene.

Celaded Alî û hevalên xwe Rêxistina Xoybûnê jî di nav de, gelek fealiyetênsiyasî kirin. Piþtî ku xebatên siyasî bi ser neketin, Celaded Alî Bedirxan û hevalên xwe dest bi xebatên ziman û çanda kûrdî kir. Bi van xebatan, di sala 1932'yan de Kovarên Hawar û

Ronahî derxistin. Ew herdu kovar bûn çekên hiþyarbûn û xwenasiya kurdan

Hawar, di warê hînbûn û pêþdebirina zimanê kurdî de gavên mezin pêk tîne.

Celadet Alî Bedirxan, di 15'ê tîrmeha 1915'an de li Sûriyeyê diçe ser dilovaniya xwadê.

Xebata Celaded Alî bedirxan a herî mezin, li ser alfabe û gramera zimanê kurdî çêdibe. Bi gotineke din, kurd, alfabeya latînî û gramera zimanê xwe deyndarî Celadet Alî Bedirxan in.

Berhemên wî yên ku gihîþtine heta îro ev in: Notê Rojane, Dela

Questîn (Li ser pirsgirêka kurd), Were Dotmam (helbest), Zilamek û Zimanekî, Bingehên

Gramera Kurmancî (Kürtçe gramerin temellerî).

Ev wêne ji pitûka Firat Cewerî a bi navê”Li Mala C.A.Bedirxan” bi destûra wî di vê malperê de hatiye weþandin. Bêyî destûra F.Cewerî divê ev wêne di tû deran de neyê bikaranîn.

Amadekar: Gulseren Denîz

www.celadet.de