PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



JIN HENE, JINKOK HENE






JIN HENE, JINKOK HENE

Cihan bûye zivistan
Rê û biwar rawestan

Berf û baran û bahoz
Hawîr bûye terpetoz

Çûk nikarin derkevin
Teba nema dilivin

Rê winda kir çîqê resh
Di wê roja pir nexwesh

Cihan li ber tarî bû
Ew nizanî diçî kû

Bi bez diçî, dil bi kul
Per û terî hemî shil

Ji ber serma Sibatê
Xwe avête ber latê

Pir tarîye, bû dereng
Di shikeftek resh û teng

Çîqê reshê pir bi rû
Xwe avête hindirû

Ket hêlîna kevokê
Xwe berdaye ser çokê

- Kevokê kir qire-qir
Pepû, ji ku hatî vir ?

- Ba, bahoz tên bi gij-gij
Cihan tevde bûye mij

Ez hatime mala te
Xwe daye ber pala te

Ej î wekî te teba
Gerek bêjî: merheba

Van çend rojan Sibate
Tim namênim li ba te

Ezê herim mala xwe
Bighêm cem hevala xwe

Lê kevokê bi xeyd go:
Na heyra, na, de o, to !

Îshev raze, sibê zû
Here bêka diçî kû ?

Ez bi tenê jina bî
Hêlîn tenge, nîne cî

Nêr hemî dest dirêjin
Xelkê siba çi bêjin ?

Dost û mirov û neyar
Wê bê: bûne dost û yar

Ne wek hevin per û post
Em nikarin bibin dost

Lê çîq per gihandin per
Hinek bala xwe da ser ;

Bi evînî jêre got:
Heta dil û ciger sot

Ejî wek te xwedî per
Zivistane, bê mefer

Heçî mê ne, dilovan
Ez li te bûme mêvan

Ey kevoka cowan per !
Kî mêvana dikî der ?

Bere bishkî bayê resh
Belkî cihan bibî xwesh

Navêm li cem te razim
Xatir ji te dixwazim

Ezê herim mala xwe
Herim cem hevala xwe

Cawa lashê wê germ bû
Dilê wê pêre nerm bû

Ezê bêjim guh bidê
Mêvan mêvanê xwedê

Lê berê xwe mede min
Cawa hebî qelse jin

Hinek dûrî min here
Berê xwe jî bighere

Oh, de çine evên nêr ?
Li ser me xwe dikin shêr

Heçî mêrin tolazin
Li pey jinan dibazin

Ev shikefta me wek dêr
Ez paqijim weke zêr

Gotin çend gotinên tewsh
Bi herdiwan xwesh bû rewsh

Çîqê reshê bê fedî
Ji nû riya xwe tê dî

Perên xwe berdane ser
Wî kishandin çend keser

Go: shêrînî, kevokî
Xuyadikî zarokî

Ev cihana pir mezin
Ne serî û nejî bin

Mishte ji evîn û jîn
Hebûn çiye, bê evîn ?

Jin çiye ko nebî mêr,
Ko xerc ne bî çiye zêr ?

Rewsha jînê mêr û jin
Herdû hevdî dimijin

Em ronîya vê jînê
Sazin ji bo evînê

Mêr û jin ko bighên hev
Li dil ronî dibî shev

Bihîstine Mem û Zîn
Kîne Ferhad û Shêrîn ?

Eger nasnakî evîn
Xec û Siyamed bixwîn

Ew qas li min mebe leç
Bixwîne ka çilo Xec ?

Dil ji kul û xeman misht
Di evînê wê xwe kusht

Ez Memê me û tu Zîn
Ez Ferhad û tu Shêrîn

Ez Siyamed tu jî Xec
Çi jinbî û çi jî keç

Ey kevoka per heshîn
Heç î nêrin, Ciger-xwîn

Mêr çiyakî pir paqij
Lê jin li ser bûye mij

Ez ne dînim, ne gêjim
Bi kurmancî dibêjim :

Sergo nadin ser bana
Jin guh nadin mêvana,

Ev pirtikên xwesh û nerm
Ku nekshênin hilma germ

Çi hêjaye jîna te
Ko nekshênim bîna te

Siba wê bibî bihar
Teba dibin dîn û bar

Serxwesh dibin ker û gur
Bi zûr-zûr û bi zir-zir

Bi wan xwesh bin dem û çax
Hawîr dikin ox û ax

Bi wan shêrîn dibî jîn
Dilan dadigrî evîn

Pey hev kevin jin û mêr
Yan jî heçî mê û nêr

Tilûr bikin qishte-qisht
Lash ji evîn dibî misht

Çiqas paqij bî wek zêr
Mê nîne dil nedî nêr

Gerek hebî hespê nêr
Çavên te jê bibin têr

Perên xwe têxin nav hev
Çi bi roj û çi bi shev

Ji hev bistênin germê
Ji xwe bavêjîn shermê

Xwe têxî ber dilê wî
Birevênî kulê wî

Bi we pir xwesh bibî jîn
Tijî bibin ji evîn

Ejî nêrim, tijî mê
Serma me kusht bi germê

Emê hevdî kedîkin
Çêlîkên xwe xwedî kin

Ew kevoka jinebî
Zû fireh kir jêre cî

Çeng û per lê shikestin
Herdû bi hevre mestin

Kete nav lingan terî
Dibin çavan lê nêrî

Pê xwesh bûye gelek jîn
Dil dagirtî ji evîn

Cihan pir pê bûye xwesh
Xwe siparde çîqê resh

Pishtî ko roj çû ava
Ew bûne bûk û zava

Derbas bûn ew demên sar
Sibat çû û bû bihar

Gul û kulîlk çûne der
Cihan bûye kesk û zer

Her kes rû gesh bi jînê
Dilbijokên evînê

Teba hawîr digerin
Tilûr bilind difirin

Candar hemî bi shadî
Divên gerdanazadî

Çîq û kevok bûne cot
Wek destûra xwedê got

Geh bi roj û geh bi shev
Dane hevdî lêv û dev

Ji nishka ve dîn rokê
Qolinc hatin kevokê

Hêkên wê ku bûne hesht
Ji nû li ser wa rûnisht

Bi ser wan de bû pisîk
Heta ko bûne shêlîk

Lê dî ko reshin wek çîq
Ji nû kire shîqe-shîq

Kire gazi go: hewar !
Firi jor u hate xwar

Kire qir u shiqe-shiq
Xwe avête riwê çiq

Çîq serê jêre danî
Kevok dîsa çu banî

Dîsa bi hêrz hate xwar
Reben, ji ber qare-qar

Çend êrîsh anîne ser
Li wê navê xwesh bu sher

Çîq jêre go: diya min,
Çiye kêmasîya min ?

Go: ev çiqê resh u pis
Te wêran kir li min lîs

Ez paqij bûm weke zêr
Te ji banî anim jêr

Min nav nanibûn ser xwe
De wer rêkê jê derxe

Ezê çi bêjim xelkê ?
Wê nebêjin: te ji kê

Wergirtine ev çêlîk
Ne pîroz bî ew kêlik,

Ko, tu hatî mala min
Xwe avête tala min

Bi vi serê tey mezin
Ez jitere nabim jin

Çîqê qurpiz go: tifî
Bê li bextê jina bî

Ma kes karî li dinê,
Bi zor bazdî ser jinê ?

Bi te ez bûbûm shekir
Îro dibêjî: siktir !

- Ez kevokim per sipî
Keç bim yan jî jinebî

Ez paqij bûm weke zêr
Ez neghame kesê nêr

Ji bazî re nego: fîq
Çawa bibim jina çîq ?

Bixwe ket û kir hewar
Çêlîk tev avêtin xwar

Ji nû rabûn hêrzên çîq
Bi ser de kir shîqe-shîq

Êrîsh birê bi nikil
Lê pir kirin xem û kul

Bi xeyd ji kevokê re got:
Te hinavê mi tev sot

Ey kevoka jinebî !
Tilûr çi resh, çi sipî

Hemî j i yek bavî ne
Meger bej û avî ne

Sipî û resh û belek
Di jînê de hemî yek

Shasha mela û keshe
Yek sipîye, yek reshe

Lê herdû jî olperest
Xwedî destûr, xwedî rist

Mî ya sipî, mî ya qer
Weha renge ga û ker ...

Sheb sipî ye, reshe misk
Berf sipî ye reshin bisk

Roj sipî ye reshe shev
Resh û sipî weke hev

Rengê teba hezarin
Bê pîvan û jimarin

Kesk û sipî, sor û zer
Li jor dibin qozeqer

Em tev ji vê axê ne
Xwej min çêtir mebên e

Kevokê go: çîqê resh
Pir çilekî wek kelesh

Resh û sipî ne wek hev
Kengî roj dibî wek shev ?

Reshik tev bê ewle ne
Li ber destan kole ne

Tên kirîn û firotin
Weke êzing û rotin

Çîq go: na, na, tu shashî
Di vir de pir li pashî ;

Reshin hene serbestin
Sipî gelek bindestin

Lê tev karker û cotar
Dibin kolê koledar

Mirov hemî weke hev
Tevlî candar dibin tev

Candar hemî xwarinxwer
Hinek hene bîrewer

Mirov xwedî zimanin
Ji me çêtir dizanin

Pêsh ve diçin dem bi dem
Li pash mane tenê em

Kevokê go: bese, bes !
Shikeft li min bû qefes

Dev ji felsefê berde
Te naxwaz im mi berde

Çîq go: kevoka sipî
Evin weynê jinên bî

Resh paxerin, sipî, zêr
Niha bûne jin û mêr

Eger qanûnek hebê;
Divê tu pey min de bê

Jin tim darê shikestî
Jêre nîne serbestî

Go: bi serê tey mezin
Ez ji te re nabim jin

Jehrê têxim vî dilî
Ezê li te kim gilî

Herdû firîn çûn ezman
Çun dîwana Suleyman

Çîrok li civatê got
Dilê tevan kir bizot

Lê wezîrê wî yê kurd
Go: ey shah û Yezdîgurd !

Bere herdû bifirin
Emê li wan binerin

Ka raste herdû wek hev
Raste ro jî weke shev

Herdû rabûn xwesh firîn
Li ezmana xwesh gerîn

Çîqresh dema hate xwar
Xwe avête ber dîwar

Lê kevok hat ji ezman
Çû ser destê Suleyman

Wezîr gotê: ezbenî,
Ezê bêjim, ne kenî :

Herdû ne babetên hev
Ro jî nabî wekî shev

Çîqê reshê kesnedî
Ne wek kevoka kedî

Ev kevoka dilovan
Tê ser destê Suleyman

Nej bo resh û sipîtî
Ji bo hovî, kedîtî

Jêre navê xeberdan
Kevok jê hate berdan

Çîq gote mîrê cina
Guh mede weynê jina .

Li nik çîqê teyê resh
Çîrokek heye pir xwesh;

Ferman bike bibêjim,
Da zanibî ne gêjim

Ne kin û ne dirêje
Suleyman go: de bêje

Go: xortekî ser bilind
Keçek anî wî ji gund

Ro çû ava, bûye shev
Bûk û zava gihan hev

Berî herdû bibin cot
Wan ev ji hevdî re got :

Jêre da sozek mezin
Ez dest nadim jinek din

Xwedê çêkir jinik mir
Gorna wê li pala gir

Mêrik li ser wê girî
Lê wê çi bêjin mirî ?

Eger salek, eger do ;
Xwedê ji Cibrîl re go:

Rabe here vê shevê
Biner ji min çi divê !

Cibrîl sivik hate bal
Te çi divê ey heval !

Ger te divê zîna xwe
Bidê nîvê jîna xwe

Ezê ji bo te rakim
Dilê te û wê shakim

Mêrik pêre çû rayê
Nîvê jîna xwe dayê

Deng bat ji gornistana
Cibrîl rabû ezmana

Mêrik dicî de bû kal
Jinik rabû wek xezal

Kalê reben berde çû
Lê ew dûrî wî dibû

- Pitê, ez mêrê te me
Li ser wê soza xwe me

Bû tiq-tiqa wê, kenî
Go: bes kalê dev genî

Ez a gewra çav xezal
Çawa bikim evê kal ! ?

Kalê reben, bê mefer
Wî êrîshek bire ser

Li wê navê bû hewar
Ji wêde bat yek siwar

Lê xortekî gelek rind
Bejn û bala wî bilind

Dest avête destê wê
Avêt ser pishta hespê

Siwar jinik bir û çû
Kalê, tifek daye rû

Cibrîl hate serê gir
Weke berê dey lê kir

Ha, ka jina te ya bash
Xwedê shashe, yan tu shash

Go: ez kolakî ser resh
Xwedê çibkî ewa xwesh?

Cibrîl gotê: kalê dîn
Jîna xwe jê tu bistîn

Mêrik dîsa wilo got
Dî ko dîsa bûye xort :

Ey padîshahê ser text
Li cem jina nîne bext

Dil bi kul û bi derdim
Çawa jina xwe berdim ?

Bersiv dayê zû kevok
Hin jin hene, hin jinkok

Destûr bide kevokê
Ejî bêjim çîrokê :

Hebû keçek gewr û rind
Bûbû çîrok li nav gund

Xortek rabû dest bi dest
Qelen da û keçik xwest

Pishtî ko roj çû ava
Gihanhev bûk û zava

Herdiwa sûnda mezin xwar
Ji kesî re nabin yar

Li wan demên pir dirêj
Derbas bûne bê sergêj

Mêrik rojekê bi lez
Berê xwe da nava rez

Tiving li ser milê wî
Tishtek kete dilê wî

Ka ez wê bixapênim
Da rastiyê bibênim

Tebak li wê çolê kusht
Derpê di xwînê de hisht

Nava lingan kire xwîn
Hate malê dil bi shîn

Çawa jina wî ew dî
Kire qêrîn, da girî

Mêrik kete nav ciya
Jinik rûnisht ber piya

Go: ka bêje çi bûye,
Birîn çiye, li kûye ?

Go: min yeke neçê kir
Min tebakê xwe jêkir

Jina wî ya pir ciwan
Jêre wê got: dilovan ,

Li ser soza xwe me ez
Tu kes naçî li nav rez

Jinik kete qomana
Weke tavên barana

Sed dihat û sed diçûn
Çawa çêkim ewlebûn ?

Ewlebûnê ku çêkim
Divê pozê xwe jêkim

Rabû çû odake dî
Wê gûzanek li wir dî

Pozê xwe wê zû birî
Zor da hewar û girî

Mêrik sivik rabû, çû
Li ser qadê dî kepû

- Pitê, min derew dikir
Go: te ya xwe bi mi kir

Wî pozekî sade zêr
Çêkir mane jin û mêr

Guh mede vî çîqêresh
Çîroka mij te ra xwesh

Ji civatê re go: mîr,
Ev wezîrê mi pir jîr

Go: bi serê bavê min
Hew tu jêre dibî jin


Cegerxwîn


Fermo, li vir mizeke !

Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !