PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Dildar Îsmaîl : PEYVA TAZÎ - 13 -




PEYVA TAZÎ - 13 -

(( Dibêjin serokê xelkê pîçin.. lê serûkên partiyên ji hev çarde parçekirî kelpîçin ))

Hebû nebû xwelî li serê kêbû vê carê weke hûn dizanin hikûmeta Sûryê biryar daye, ku gelek malbatên ereb bênin deverên Kurda û Rewþa wan çareserbike ji hemî aliyan û malbatên Kurda ?epirzebike û koçberbike û armenca xweyî þofînî berdewam bike, raste ev ne ji Nûve pêk tê ev ji berî 33salan ve pêk tê, lê ka tevgera kurd bi hemî Hêzên xwe bi hemî serokên xweyî jîr û zane can fîda û ne tirsonek Zikekî têr û welatiyekî koçber çi dibêjin….?

Hemî bi daxwiyaniya Ketine û li ser malperên kurdî tenê belavdikin.

Û di bêjin em bi hêvîne Rêjîma Þamê ji biryara xwe vegere wan ereban neyêne herêma Kurda da ku dilê me ji hev nemîne / hêvî û gazin û dijmin qet li hev Nake kekê mêþ kuj / û di hundirê xwede her serokek çend zilama ji Xwere xwedîdike û nava xwe çareserbike da ku xwe bihêle ne xeme Hundir hemî ji hev bi keve û êþa parçebûnê herdem li dare û maf Windadibe her bê çare, mixabin bese daxwiyanî û maxwiyanî qaxet û maxet derew û merew …

Ey serokên ji hev ketî bese leystikên gemar Leystikên li ser mafên miletê xwe … Xêro… Hemo û Simo…. Elo û Mûso û Nisro … Nezo û Dêro û Bêro heya kenkî emê bê çarebin li benda parçebûnê rawistin û ji bîr bikin êþa gel welatê xewnê wê Xewin Bimîne an xewneroj berdewam bike. Serokên xelkê Xizmeta Miletê xwe dikin di pêþerojê de, lê serokên partiyên hemî nav wekî hev Nikarin nava xwe çareser bikin, de ka bêjin kî pêçe û kî kelpîçe . ?


Dildar Îsmaîl
Dema weþandina nivîsê - 13. 07. 2007

Dildar Îsmaîl

dildarismail@hotmail.com


Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !