Saher Mîro Al-Baedrî : Ax Narîna Min ! Ax Narîna Min !Ax Narîna min,ax Narîna minEger te zanî ba çend kure brîna min Dê te li min pirsî ba hema carek Te nedikir zindan jîna min,narîna min Te ne dihêla ez bi xem bijîm Te ne dihiþt ez jar bijîm.. Çimkî te di dît,çimkî te di dît Çawa ez di kenyam di girnijîm Lê ane,lê vêga janêt eþqê ezê girtîm Û kovana ezê dîn kirîm, Xema ye givaþtîm û pîr kirîm Narîna Min..... Bi çavê rehmê li min binere Narîn Eger te zanî pa çend kure ev brîn Ti hatiba,dê te derman kiriba Bi wan tilyên xwe yên naz û zêrîn! Tu gûlekî,tu çîçekekî Narînê Lê pa kî weke min te av didê Kî weke min ji te hezdikê Hîncî ez ji te hezdikim Narîn Hew qasî heznakim ji xwedê Lê eger hew qas min jê hezkir ba Wê wî ez kiribam Pêxemberek, Pêxemberek ha li asmanan ha li erdê Bes ez Pêxemberî yê naxwazim Bíla hezkirina min tev ji bo te bê Û ez tiþtkî ji te naxwazim ji bilî.. Daxwazîyek bi tinê,yek bi tinê Dixwazim her roj her sibeh û hêvar Ewê bêjnê Ewan çavan bibînim Narîna minê Kanî Tu? Kanî peymanên te?? Kanî soz û qerarên te?? Nizanim! Niza te min jibîr kirye Yan jî te terka min kirye! Ez ane,ez vêga tînim bîra xwe Demê çavên te rastî ji min re di gotin Û devê te nerastî digot derew dikirin Min gûh neda ewan çavan û min.. Min tênexist serê xwe ka çî di gotin Lê ane,lê vêga li bîra xwe tînim ez Û bawerîyek mezin pê tînim, Û min bawerkir ji evê brîna kur A te bi destêt xwe li dil vekirî! Û min di got belkî,belkî tu nizanî Ez bîndarim û brîna min kur e Eger ti hatiba û dê te derman kiriba Lê eve derket xewin,xeyal ji min re Li bira mine weke îro Narînê Demê çavên te di got Narîn´ji te heznakê ew te di xapînê Eve Pîlana wê ye ku te brîndar bikê Û Def ji te berdê!! Bi xwedê eve rast bu Û eve Pîlana te bu,neku tu bê peymanî Te Pîlana xwe danî Û Te Pîlan bi cih anî Hey hevala Felekê û Zemanî Ax Narîn..Ax Narînê..Ax Narîna Min!!! Saher Mîro Al-Baedrî Dema nivîsandina helbestê - ......... Dema weþandina helbestê - 10. 07. 2007 Saher Mîro Al-Baedrîsaher_miro_al_baedri@hotmail.dehttp://www.pdk-xoybun.com |