PERINÇEKPERINÇEKSal du hezar û heft, nehê hezîranPerinçek çû Amedê bo mitîngan Nebû li balê ji xeyrê deh kesan Dor lê girtibûn leþker û polêsan Serok faþîst bêkes ma li meydan Ew parsek û sêwiyê ber mizgeftan Gunehê meriv dihat bi kurê tur Bidin destan çend quriþ perê hûr Hun werin binêrin li ecêbên giran Daxwaziya wî ji bo biratiya gelan Ew serokê partiya karkerên tirkan Weke seg û gûran dizûre li meydan Dibê; nekevin berbayê terorîstan Tirk û kurd ji berê da weke biran Wek Kemo daye serê xwe kolosan Tovê birakûjiyê direþîne nav tirkan Dibê em ê herin baþûrê Kurdistan Tirkmena xilas bikin ji herdu eþîran Werin binêrin li çepîtiya Perinçek Çepitiyê ji xwe ra xistiye pireyek Bi xwe bi vir û derewa dike çirteçirt Pireya wî jî di binî da dike çirkeçirk Di nav lîçê da qurequr dike wek beq Leqeleq dike serî lê diheje wek req Yekalî bi rê da diçe dikule Perinçek Dibêje; em in di rojhilatê da serek Hakimê rojhilat, ez im Tîmûr leng Ji Kerkûk ta Bûhara û Semerqeng Cîh li kurdan û Amerîqa bikin teng Barzanî û Talabanî bihêlin Bêdeng Seydayê Dilmeqes Dema nivîsandina helbestê - 24. 06. 2007 Dema weþandina helbestê - 07. 07. 2007 Seydayê Dilmeqeshttp://www.pdk-xoybun.com |