PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



NESRÎN




NESRÎN

Yara min a nazenîn û nav zêrîn
Ew bejin zirav e, weke nesrîn

Dimeþe bi nazî weke xezalan
Ew qibeqib dike wek kevokan

Ber min ra diborî wek bayê siba
Li min dinêrî, nadî min silava

Tu çima li min dikî xedir û cefa?
Dawiya hezkirinê nebûya wiha

Tenê min te heband ji nav gula
Ez dinêrim li heftê û pênc gula

Av didim wana, sibe û êvara
Xweþ tê min bêhna wan gula

Lê nîne gula min, li nav gula
Bêhna gula min nayê ji ti gula

Dema ez rûdinim, li cem gulê
Tê bêhna gul û sosin û enberê

Êvar û þevan, heyv xwe dide jor
Stêrk dibin xeleq, digerin li dor

Dema yar bihata rûniþta li jor
Wê demê heyv dibû tarî û kor


Seydayê Dilmeqes
Dema nivîsandina helbestê - 16. 05. 2007
Dema weþandina helbestê - 07. 07. 2007


Seydayê Dilmeqes

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !