PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



BİMEŞ




BİMEŞ

Keç û xort bimeşin, her bimeş
Ji bo şoreşa nîştiman hun bimeş

Bo jiyaneke bi rûmet her bimeş
Roj hilat e, rê xwuya ye her bimeş

Bimeşin, nesekinin her bimeş
Koletî pîs e, bin pê kin û bimeş

Ji bo azadî, serfiraz her bimeş
Alayê bilind kin hun her bimeş

Di bin siya wî da hun her bimeş
Bimeşin, wek pêlan, her bimeş

Çand û zimanê me rengîn û geş
Pêş ve bibin, bimeşin her bimeş

Ji gelên dinê paş nemînin, bimeş
Cîhan di teknîkê da gelek li pêş

Bi lez xwe bigihînin wan bimeş
Xanî şa kin, bimeşin her bimeş

Dilê gelê xwe şa kin her bimeş
Çavên wan li we ye, her bimeş

Gerîla geş kiriye şer her bimeş
Bo azadiya welat hun her bimeş

Ji bo dayikên şehîdan her bimeş
Ji bo pêşeroja zarokan her bimeş

Çavên ceşikan kor e, her bimeş
Dilmeqesê jar şa kin her bimeş



Seydayê Dilmeqes
Dema nivîsandina helbestê - 22. 06. 2007
Dema weşandina helbestê - 07. 07. 2007


Seydayê Dilmeqes

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !