EZ Û GÛREZ Û GÛR> Ez derketim, diçûm bal yarDi nava daristan, þavî û dar Dest min da tenê gopala xar Ber bi min hat gûrekî devxar Min gopalekê lê da kete xar Min got; gûrê reþ ê xwînxwar Ketî kozan, xwar berx û kar Baþ bizane, ji te ra nabe kar Ez ê ji bêfila te da bînim xar Li min nihêrî, rondik anî xar Got; min ji zerîfê nevêje xar Min got; ez ê te bavêjim xar Ewle nîne bi te, girîn nîne kar Ez ê te bisojim, bikim pêt û ar Tu wek bavê xwe yê gûrê har Ew jî ketibû nav baxçeyên yar Jê diqetand sorgulên nûbihar Ez ê li te xim, hinav bînim xar Te min bi meqes kir birîndar Ji dest min xilas nabî turê har Seydayê Dilmeqes Dema nivîsandina helbestê - 21. 06. 2007 Dema weþandina helbestê - 07. 07. 2007 Seydayê Dilmeqeshttp://www.pdk-xoybun.com |