PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



AX PİŞTA MİN




AX PİŞTA MİN

Neyaran kon vedan li ser singê min
Her tim tîr reşandin cerg û dilê min

Êşê xwe da herdu tenişt û pişta min
Lema gilî û gazina min, ji pişta min

Dema hebûya piştgir û alîkarên min
Kes nedikariya tîr bireşanda dilê min

Wê demê min nedigot; ax pişta min
Ez û gerîla û şoreşvan, pênc heval in

Dihatin ser me şer, leşker û cerdevan
Gelek bûn, zêdetir bûn ji bîst hezaran

Li me digeriyan, wek seg û berazan
Geh li deşta û geh li quntarên çiyan

Dema bihatana girtin, diavêtin zindan
Yan jî dikûştin, diavêtin bin newalan

Yan gulebaran dikirin li dîl û girtiyan
Yan jî kimyasal diavêtin ser şervanan



Seydayê Dilmeqes
Dema nivîsandina helbestê - 04. 06. 2007
Dema weşandina helbestê - 07. 07. 2007


Seydayê Dilmeqes

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !