PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Maruf Yilmaz : Swêd û Zimanê Zikmakî !




Swêd û Zimanê Zikmakî !

Divê em ji bîr ve nekin ku demokrasîya Swêdê evqas mirovhez bû, lê dîsan jî, heta sala 1970î mafê sameran ên neteweyî, kulturî û zimanî qedexe bû û Swêdê bi domana endambûna xwe ya bi Yekitîya Ewropayê re, mafê 30 hezar samerên Swêdê nas kir û zimanê wan bi hawayekî fermî pejirand û di dosya û sazgehên xwe yên fermî de da bi cîhkirin û pejirandin.

Ez gotina xwe dihînim ser domana demokrasîyê li Tirkiyê. Bi bawerîya min dê Parlamentoya Yekîtiya Ewrûpayê hîkarîya xwe li ser Tirkiyê bike û hinek wê bigihîrîne, lê niha nikare wê bike wekî xwe. Endambûna Tirkiyê bi Yekitîya Ewropayê re dê bibe çirûskekê, ji bo bidestxistina mafên kurdan ên neteweyî, kulturî, zimanî û civakî.

Em niha dibînin ku samerên Swêdê, xwedîyê parlamantoya xwe, mar?a neteweyî, ala xwe, axa xwe û roja neteweyî ne. Ew 30 hezar kes in, em Kurd 40 mîlyon in. Daxwaz û mafên sameran, di organên Yekitîya Miletan û Yekitîya Ewropayê de cihê xwe yê taybet digire, jîyana wan ya kulturî, siyasî, civakî û olî didome û ew zimanê xwe yê ?êrîn bikartînin. Li ser axa wan, alaya wan bilind dibe. Demokrasîya Swêdê ev e, azadî ev e, biratî ev e, mirovahî ev e û ev daxwaz, xizmeteka mezin dike ji bo mirovahîyê. Divê em giranîya xwe bidin ser sîstema Swêdê û jê sûd werbigirin, çimkî Swêd mirovahî bi xwe ye û em bibin xwi?k û birayê wê.

Ez vedigerim ser perwerdeya xwendegeha Swêdê. Plana perwerdeya xwendegeha Swêdê li ser bawerîya Basîl Bernteînî avabûye. Perwerdeya sala 1994an ji ya salên berî bi radîkaltir û nûjentir e. Planên hîndekarîya perwerdeya 1962, 1969 û 1980î bi qeyde û ?ertên hi?k ve girêdayî bûn. Lê ev ti?t ji bo plana perwerdeya xwendegeha sala 1994an derbas nabe. Li gorî plana hîndekarîya 1994an, divê ?agird, dêûbav û mamoste bi hevre bikevine ”dîyalogê” û plana hîndekarîyê bi hev re amade bikin. Di hîndekarîya perwerdeya xwendegeha Swêdê ya salên 1962 - 1977an de hîkarîya kultureka teng hebû ku jê re digot ”monokultur”, lê di sala 1977an de reforma zimanê zikmakî li Swêdê çêbû.

Polîtîka Swêdê di derbara kêmneteweyan de hat guhartin. Pê?veçûna îdeolojîyê di perwerdeya xwendegeha Swêdê de bi çend guhartin û bûyerên dîrokî ve pêkhat, çawan ? :

Sala 1950î

Zimanê Samerî, hindiknetewyên dî û zaravayên cuda qedexe bûn ( SOU 1992: 94, 1992 ).

Sala 1960î

Polîtîkaya asîmîlasyonê hebû. Di sala 1962an de plana perwerdeya wekhevîyê ( 1962 l?roplan ) tune bû. Zimanê zikmakî bi hawayekî fermî cîh ne girt.

Sala 1970î

Polîtîkaya întegrasyonê dest pê kir . Sîyaseta xwendegeha Swêdê ji asîmîlasyona sala 1970î derbasî întegrasyonê bû. Yanî ji swêdbûnê derbasî întegrasyonê bû.

Nimûne : dersxaneya duzimanî, zimanê zikmakî û zimanê duyemîn vebûn.

Sala 1980î

Polîtîka întegrasyonê li Swêdê belav dibe û di dosyayên fermî yên dewletê de tê bicîhkirin.

Kultura înterê ya perwerdeya xwendegeha Swêdê. ”Lgr 80” giranîya xwe dide ser agahdarîyê di derbara wekhevîya jin û mêran de.

Sala 1990î

Di salên 1980-1990 de kvalîteya zimanê zikmakî hat minaqeþekirin û ji bilî wê jî ”qerar” li ser van xalên jêrîn hat girtin :
1 - Neheqî li kesekî /ê neyê kirin.
2 - Azadîya ”îndîvîdan”.
3 - Hemû mirov wekî hevûdu bi qiymet in.
4 - Alîkarîya kesên hejar û sêwîyan bê kirin.
5 - Kes berpirsyarîya xwe bizanibe.
6 - Wekhevîya jin û mêran.
7 - Hurmet ji hawîrdora me re ( L?roplan f?r Grundskolan, Lpo 94 )

Wollros ( 1998 ) dibêje ku kultura neteweyekî norm, zanebûn, serborî, hawayê hizira wî ye. Ji ber vê yekê jî, hawayê jîyana mirovî, nasnameya ( îdentîtet ) mirovî ye. Ew xwe berdide nav zaroktî, xortanî û heta mezinahîya mirovî. Obondo ( 2003 ) giranîya xwe dide ziman û kultura neteweyekî û li gorî bawerîya wê, ziman û kultur cêwî ne û hevûdu ”temam” dikin.

Gava mirov bala xwe dide Tirkiyê kêmneteweyên wê, bawerîyekî wisan li meriv peyda dibe ku Tirkiye di pirsa kêmnetewe û neweteyê mezin kurd de ji cîhê xwe naleqe, kevir dileqe, lê ew naleqe wekî xwe maye. Tirkiye bi hemû birîn, ê?, kul û pirsgirêkên xwe yên çaresernekirî ve, bi hemû qirêj û tawanbarîyên xwe ve jî, ji mirovahîyê dûr e.

LITERATUR ? ?AVKAN?

Obondo, M. ( 2003 ) Lyssna och l?r eller prata sj?lv, Invandrare & Minoriteter : Stockholm.
L?roplan f?r Grundskolan, Lpo 94 ( 1993 ) Utbildningsdepartementet : Stockholm.

L?roplanskommittén SOU 1992: 94, 1992), Skola f?r bildning, Allm?nna F?rlaget: Stockholm.

Werollros, S. ( 1998 ). Spr?k, kultur och social identitet, studentlitteratur : Lund



Maruf Yilmaz :

Swêd, 02. 07. 2007


Maruf Yilmaz

maruf-yilmas@hotmail.com

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !