Li Dûrê Te !Li Dûrê Te !Dengê têlên kêmanêdilê xwe yê jar diyarî melûliya awirên te dikim wêne bêreng in awaz bêdeng in dar piþtxûz in þax xemgîn in pelik diponijin daristan tarûmar e þadî îskeîsk digirîn kanî dimiçiqin dem qurmiçîn awir li xilmaþkiya çavan dicefilin hevok li ser lêvan nîvco man hest li keziya porê te penaber in bextewarî di gola hesretê de xeniqî neçarî li ser dilê min bû xençereke zengarî derya li agirê evîndariyê keliya li perestgeha giyanê benê tizbiya duayên min qetiya pêjn li kurtepisteke ne diyar diperpitin hêvî li nav pençeyên bareþa felekê perçiqîn li dûrî te helbestan li bejna te ya zirav dihûnim li kolanên xewle toza baranê li xwe dikim bîranînên xwe li hêlekana havîngehên te dihejînim sewdaseriya te kezeb û cîger li min peritandin ji þûþeya sermestiyê êþa keser û nalînan vedixwim were li leyistika þevbihêrkan bibe kembera nava min bi çirûskên kenê xwe tariya þevistanan bidirîne bi dengê lorîna êvarên xwe ji çavên mirina min axîna firmêskan bibarîne min li xem û xeyalên bizdonek bi germa henasa xwe binixumîne li dûrî te ez bûm qirþûqal û pûþekî teriqî li nav lîtavan çûkekî perþikestî me li valahiya asîmanê ewrekî bedbext im her roj di hembêza nebûna te de hezar carî dimirim û zindî dibim Stockholm, 04. 01. 2007 Xizan ?îlan xizan_silan@hotmail.com Dema we?ana helbestê, 02. 07. 2007 Xizan ?îlanhttp://www.pdk-xoybun.com |