PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Ahîn Zozanî : Bangek ji bo parastina jinê !




Bangek ji bo parastina jinê !

  • Namak ji bo serokên kurdan, ji bo tevgera Kurdî, ji bo civakê, bav û bira, ap û xal…hwd. Bi navê jina Kurd dinivîsim; ma heya kengî wê Keç û Jina Kurd di bin stemê de bijî.. ? ? Hinek jinê dikujin; dibêjin ji olê derket û hinek dibêjin evîndar e, yan reviya ye, yan jî xayin bû.. ! !

    Ma ka hûn ji xwe napirsin ev jinên ko xwe þewitandine ji ber çi bû, gelo ne ji sitema ko li wan dibe ji zordariya jiyanê direvin, yan ji kêfxweþî xwe diþewitînin.. ? ?

    Li ber Tv bûm û nûçe derketin.. Ez gelekî xemgîn bûm, dema vê cihanê tevdî bihîst ko hinek ji Kurdan bi hovitî li keç û jinê dinerin. Herdem wek ko ew tenê gunehkar e.

    Di nûça weþandî de got : Ko ji sala 2003an heya roja îroj 400 jinî xwe ji derdê stemê þewitandiye.. Ma ka ev jî revyabûn yan ji olê derketibûn. . ? ? Evê pirsê ji mêrê Kurd dikim.. Ji serok û rêberan dikim.. Çima heya roja îroj mafê jina Kurd winda û bin pê dikin.. ? ?

    Rast e, jina Kurd di maleke Kurd de radibe û gerek rêza malê bigire û rêza bav û kalên xwe bigire û ji sînorê kultûra Kurdî dernekeve; belê çawa ji dayik dibe ko mafê wê winda ye..

    Ji her alî de rê ji ber wê tê girtin, nema rastî ji þaþiyê derdike..

    Dema ko mêrê kurd destê jinê bigire û gav bi gav ha ji wê hebe, bi alîkariya wê, ne kêlîk bi kêlîk wê têxe bin nerîna çavekî ko ha tu bi kû de çûyî û ji kû hatî.. ? ?

    Gelek jin hatine kuþtin di bin kirasê namûsê de belê wek me got ji wan 400 jin yê xwe þewitandine di mehekê de 3 jinan xwe þewitandin, yek ji wan bûka 20 rojan bû û ya din bûka du mehî bû û ya sisyan sala wê neqediya bû.. Giþ di bin 20 salî de bûn.. Ma ev ne gunehkariyeke mezin e, di mafê jinê de û kî berpirs e ? ?

    Cihan roj bi roj bi pêþ de dikeve, xelk gihan ser heyvê û Kurdên me gavên xwe bi þûn de davêjin. Wa em vegerandin ola tund û tûj û recimandina jinê.. Ma ka kê ji Zerde?tiyan an Êzîdiyan an Kurdên misilman di kultûr û rewþa civaka me de jin bi vî awayî kuþtine ? ?

    Ev tevde fen û fotên ( Beko ewanan ) e. Mixabin nezanên me jî dikevin ewê cihok û dahfa tevlihevoke û neyaran..

    Hin bi hin destên gemar dikevin nav miletê kurd.. Keç û jinên wek gulan bi destên çepel têne kuþtin û di ser êþên me re jî va tiroristan bîst û çar xortên Kurd civandin û ew gulebarankirin li nîvê dilê me xistin, û rojane em kiryarên wisan derheqê miletê sivîl de dibihîzin bi kar tên.. Ka ev zarokên me yên sêwî man, ka ew jinên ko bî man, wê kî li wan bipirse ? ? Kî bi êþa wan dizane, birçî ne, tazî ne..., di vir de dîsan derb li dilê jinê dan…. Kurdo ma tu ji xwe napirsî, çima wilo li serê me Kurdan tê ? Ma heya kengî em dê wilo di þerê xwebixwetiyê de bin.. û keysê bidin neyrên xwe, da me tarûmar bikin. . ? ?

    Keko, bavo û apo ma çima hûn destê hev nagirin, çima hûn destê jinê nagrin û piþtgirtina wê nakin û wê bernadin meydana xebatê li teniþt xwe, mane Kurd dibêjin : ( þêr þêr e, çi jin çi mêr e ) wê gavê hûnê bibînin bê jina Kurd ji jinên cihanê tevdî jîrtir e û Kurdeke resen e, bi namûs û þeref e û xwîna xwe di ber welatê xwe û Kurdîtiya xwe de dirêjîne.. Belê mixabin, we jin xistiye nav çar dîwaran û we rê ji ber wê girtiye. Û jê re dibêjin çima tu kêm û çilmisî yî ? ? . ! ! ? ?


    28. 05. 2007
    Helbesta : Ahîn Zozanî
    Dema weþana helbestê, 29. 06. 2007

    Ahîn Zozanî

    Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

    http://www.pdk-xoybun.com

    http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


    Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !