PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



FELEK





FELEK

Felekê mala te wêran be, wêran
Ne carek sed car wêran be, wêran

Te tim bar kir li min barên gelek
Te got tê di binî da bimeþî gelek

Te min avêt ser Dîcle wek kelek
Êzinga bar kir ser piþta min gelek

Te barê min da þewitandin, kir ar
Min jî pê ra þewitand xist pêt û ar

Ez û tu dîsa hatin gehîþtin hev, ar
Ez û tu yek in ji hev û du nabin ar

Qenciyekê mezin li min kir felek
Ez û ar ji hev û du qetiyabûn felek

Te dîsa me anî gîhande hev felek
Ez bawer nakim tu zalim bî felek

Quwetek heye te sûcdar dike felek
Min dike alet, te sucdar dikim felek

Dagirker kuþtin û zilmê dike gelek
Tim davêje stûyê mezluman felek

Ev mînak e ez dibêjim bo te felek
Ez spasiya xwe dikim li te felek

Dilmeqes te pir sûcdar kiriye felek
Lêborîna xwe dixwazim ji te felek


Seydayê Dilmeqes
Dema nivîsandina helbestê - 13. 02. 2007
Dema weþandina helbestê - 14. 05. 2007


Seydayê Dilmeqes

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !