ZAROKTIYA MIN A AMEDÊ !ZAROKTIYA MIN A AMEDÊ !Gelî hevalan dixwazim xwe bidim nasîn bi weLi Amedê ez hatim dinê li wê bûm ji dayike Ta neh saliya xwe ez mam li Ameda rengîne Ez bi hesreta rindayî û bedewiya sûra wê me Sibeyan diçûme ba mela Mehmud dersa qurane Lê nediçûm, min quran dixiste nav qelþê sure Ez û hevalan diçûn nava bax û bostan û reze Me didizî fêkiyê xweþ, notirvan dida pey me Ez û hevalan pêxas tena derpê û kirasê spîne Piþt re diçûn diketin nav çemê Dîcle yê þirîne Li wê jî me dizî pêtix û zebeþ, qitî û þemamoke Diketin ava Dîcle, me avjenî dikir heta êvare Rojek kiras û derpê min dizîn, mame ûryan e Nav Dîcleyê da em diman wek werdek û qaze Êvar dibû min quranê hildida dihatime male Dayik ji min dipirsî digot; tu çûyî dersa qurane? Min digot; belê sond dixwar bi hezar qurane Lê dayik ji min bawer nedikir diçû ba mela Mela jê ra digot; du roj in çavê min pê neketiye Diya min digot; Remê min bixwîne bibe însane Bavê min digot; Remzan lê navê min Remezan e Bavê min dest min girt, peya em hatin Norþîne Ji bo perwerdeya xwendin û zanîna ilmê erebiye Pêþî min naskir Ehmedê Xanî, Nûbihara biçûke -1- Piþt re em rabûn çûne medresa Mela Þabedîne Perwerde li wê hîþt, hatim Ristemgedûk û kope Min vekir dikan, kirî mal û dest avêt tîcarete Piþt ra min çêkir otêl, navlê danî otêla Serhede Ez bûme koçber ji destê ceþik û dewleta rome Dema bipirsin tu ji ku yî ? Ez ji Amed û Mûþê me Axa min hatiye vestiran ji her cîhên Kurdistane Jibo wî bûme evîndarê welat, ew bo min evîn e Ji min ra digotin; Remo û Remzan dayik û bave Ji hesret û kesera welatê xwe bûme dilmeqese Seydayê Dilmeqes Dema nivîsandina helbestê - 15. 09. 2006 Dema weþandina helbestê - 17. 04. 2007 Seydayê Dilmeqeshttp://www.pdk-xoybun.com |