PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



LALEÞ





LALEÞ

Min got ez ê rabim êdî herim
Yarê ji min ra got; ez jî werim

Min got em ê herin ser Laleþe
Em ê bînin Mishefa pîroz a reþe

Hêvî heye birîna te bibe baþe
Yarê got êþa min wek rîþa reþ e

Xwîna wî carnan spî carnan reþe
Îþê xwe berdaye cerg û hinave

Bawer nakim birîn bibe baþe
Rojek me derbas nebû bi þadî

Ew jî ji dest zilma roma rûreþe
Dilê min birîn bi kêr û meqese

Dirûtin bi derzî, tayê spî û reþe
Birîna min ne yek e sed û þeþ e

Dilê min tijî bû wek ewrên reþe
Guþîn xiste ser çiya, banî û deþte

Hêstirê min wekî cobar dikiþe
Wek Dîcle û Ferad bi xûþexûþ e

Nema tebat ji destê roma terese
Ew wek rovî, hirç û gûrê stû reþe

Tim çavê wî yê birçî li xwarina
Pezê qelew, qerqaþ, sor û reþe

Tehm û lezeta wan dernakeve
Ji devê gûrê dev bixwîn û ser reþe


Seydayê Dilmeqes
Dema nivîsandina helbestê - 16. 07. 2006
Dema weþandina helbestê - 17. 04. 2007


Seydayê Dilmeqes

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !