PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Bihrî Bênij : Kemenda ne merda




Kemenda ne merda

Ti kip kirin, bi bê bextî, ti xistin kembera mirinê…
Ne hiþtin mûm þewqa xwe bi dê, ne hiþtin bi helê…
Ti vênsandin ey þemalk ey xetîr…
Dev bixwîna dor te pêçan, çûk di ber wanre ne firî…
Ti xapandin bi zimanê dest kêþê sînorên wan..yên sexte..
Yên hilanîna wan nêzîk di bê…

***

Xwe veþartin li þev reþê, tirsoneka bizdoneka..
Ti li gorepanê, li meydanê, hemû ronî li te bûn..
Kamîra, tiving, berhûr, gur û rovî, çavên wan li te devê wan vekirî, hemû mane begem, ji lehengîya te, gernasîya te.
Dîwar, perde, li hawîr te danîn.
Bi çavên nêçîrvana li te nerîn, nêçîr, rav, dest ser tetîkê .
Tilî kiþandin… dengê te kuþtin….banga te xistin…
Perçiqandin feryada te, þewitandin, gazîya te veþartin.
Gewherê te bin erd kirin…

* * *

Kemenda nemerda avêtin te, li te badan rîpik û vîlik.
Te pêl xefka nemerda kir, te pêl bumba qesaba kir.
Ti ketî dava birçîyan…

* * *

Bi merdîtiya te xwe kirin serkevtî.
Bi dilovanîya te xwe kirin mêr, bi dilpakîya te xwe kirin jîr û hêja...
Þehreza yek zana, bi behwerîya te xwe kirin zîrek.
Bi tnahîya te xwe kirin segvan.

* * *

Pilan ew bû te bê dad qir bikin, temenê te bidizin, talan bikin..
Þepelîke din kete ser birrên çepelîyên wan.
Xwe riswa kirin careke din.
Perde hilîn ji ser riwên wan yên reþ, yên nepixî, bi sikratên, þehîdên me.

* * *

Man cinawirên can sitên.
Xwe kirin can parêz ti kirin xwîn rijên, da kû jiyana te kin bi kin.

* * *

Te ters kirin maseyên wan.
Ew badeya ji xwîna me, ew meya ji xwêdana me, pijiqand ser çavên wan.

* * *

Te maze û tametîtkên ji ser piþta me anîbûn.
Di qirka wande hiþtin.

* * *

Bijî ti bijî ey heval.
Çavê cîhanê careke dî vebû li dirindiya wan, li nokeriya wan, li zik reþîya wan, li derewên wan, li çavnebariya wan, li kurnazîya wan….

* * *

Te ne hiþt li paqên dîlanvanên xwe bi nerin, te nehiþt li cokê, nav, sîngê artîstên xwe temaþekin.
Te nehiþt ew þabin li tiyatroyên avabûyî bi hestû û kiloxên me.
Ey heval…. ey þehîd.


Bihrî Bênij - Qamiþlo, 02. 11. 1998
Helbesta : Bihrî Bênîj
Rojavayê Kurdistan - Bajarê Qami?lo
Dema weþana helbestê : 14. 05. 2007


Bihrî Bênij

rez7799@hotmail.com

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !