PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Xebata bi çek ya a bi dek ? – 1 –




Xebata bi çek ya a bi dek ? – 1 –

Kurdistan li dûr dike nalîn û digrî
Rewþa mi xerabe ne saxim ne mirî
Zarokno, xelas kin dayê ji bindestî
Bese çend sale jiyana êþ û perîþanî
Pirs kir Cudî ; kanî tekoþîn û xebat
Ev çi rawestane, gel bûye weki lat
Têy min dengê hêrsa Dijlê û Firat
Lê di nav we de bêdengayî û tebat
Cudî bersiv da bi dengeki xemgîn
bele iro buye doza rûniþtin û civîn
Dibêjin dem nedema em rakin çek
Ramyarî ku xebata me bibe bi dek
Pristîje edi kincên kravata û þavqa
Û rûniþtina kursiyan û li paþ masa
Kevne edi þal û þapikên Pêþmerga
xebat u tekosina azadiya sere çiya
Bilind dikin ji dijminre Ala aþtiyê
Di nav xwe jî dikin þerê birakûjiyê
riyên diplomatîk me bike serbest
dixwazin ku me bikin pê serwext
rojhilat ji bîr kir Qasimlo û Qazî
diben em û Firs yekin ji nijade Arî
bakur bang dike bi aþtiya Erdoxan
Kevne riya xebata Mazlum Doxan
ji bîr kir ku li zindanê birêz Ocalan
Baþûr ji bir kir percen li Kurdistan
u ku Kerkûk dinale tene bin destan
Li rojava partî bûne Keroþka Aviz
Her heyv dize u her yek ji dibê ez
Doz bûye nasname bo 300,000 kes
ji bîrkirin, ku ev nasname ya Baas
Dayê eve iro ro rewþa zarokên te
Fermo çend gotin jî dihelim bo te

* * *

Erê Cudî, di dilê min de buye aran
xemginim li ser neviyên Mediyan
Kî goti azadî tê bi dan û standinan
Bi kêre bikin aþtî civin û rûþtinan
Firs dibêjin, ku Kurd ji mene arine
Tirk dibêjin Kurd Tirkên çiyayî ne
Suri dibêje Kurd gocbere Qereçîne
Û Iraqa xwediya Enfalan û Helebce
Na gelê min, jin xebata azadiye ye
Azadî mafe û heqe ji her netew re
Ne bi riyê dîplomatîk Hitler tek çû
Viatnam bi tekosin û xebat azad bû
A?tî dive jêre hebe merc û binetar
ku nemine yek kedxwar u kedkar
Çiye aþtî ? ! ku mafê min tine be
Çiye ? ! Ku girtîgehên me hej hene
Þêx Saîd û Seyid Riza bûn qurban
Gelo, ew bîr nedibûn riyên civînan
Rabe bi çek û peynûsê dijî Dercal
ku disa dûbare be Helebce û Enfal
Armanc tim bibe Kurdistanek yek
Xebat bibe ramyari u herwiah çek
Tû nekuje, te be kustin, eve ceng

* * *

Bakur
Neraweste, Tirko nadi we azadîcan
ji bîr nekin darvekirina Rizo û Pîran
Û kûþtina zarokeki bi si u se gulan
li girtîgehê heya mirinê Apo Ocalan
pesi de azadi dure te, aþtî ez qurban

Baþûr
warê Þêx Mahmud Keyê Kurdistan
Kaniya xebata nemir Mistafa Barzan
Kurdistan percekiriye ne tenê Baþure
Lê bele Rojhilate û Rojava û Bakure
alikari bikin ku azad bibin bi hevine

Rojhilat
Welate min, bere dijmin te nexapîne
wesiyetnama Qazî Mihemed bixwîne
Ji bîr neke xebata simko û Qasimlo
ew dixwestin we azad bikin ji firso

Rojava
Bere serhilana Qamiþlo nebe a dawî
Bikin wek digot Apê Osman Sebrî
Çi nasname, ku em dijîn di bindestî
Xwesteka me welatek Kurdî û azadî
Bere dîsa Sînema Amudê neþewite
Zarok dixazin Zanîngeh û Dibistan
bixwinin rêzimanên Mîr Bedirxan
bikin xebat bo azadi bi dek u çek
bikin aþtî bi Ereban re û Firs û Tûrk


Kiyaksar Temir
Rojavayê Kurdistan, Bajarê Qami?lo
Dema nivisandina Helbestê : 01. 12. 2005
Dema weþandina Helbestê : 13. 05. 2007


Kiyaksar Temir

kiaksar2@yahoo.com

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !