Dêrsim sala 1937 Dêrsim sala 1937Ji xew rabûm bi çavên westayîLi her der dikirin qêrîn û gazî Mal wêran bûn êdî nema xanî Roj nehilat cîhan li me bû tarî Dayik bang dike bi dengmirî Dijminan em kuþtin bi hovitî Nema îro li Dêrsim kêf û þahî av nema zûha bûn hemû kanî Êdi dayikan bo kesî nakin lorî dersim wêran bû û nema þadî ne darê þîn ne gulên sor rengî Girî û qêrî li her der rojek mirî Para herkesî tenayî bexwedayî Dersim ew roj kir hawar û qêrî Kanî gelê kurd kanî ne xuyayî Tenê Dersim ber destan mayî Tirkan em kirin perîþan û sêwî Ber destê qirêj çûn gelek zerî Xwezî ew roj bima ma raketî Mi nediya Dersim bi xerabhalî Dersim birîna te di dil de dijî Ji bîr nakin kurd roja reþî tarî Her bimîne Dersim û her bijî Wê bibîne Dersim roja azadî Kiyaksar Temir Rojavayê Kurdistan, Bajarê Qamiþlo Dema nivisandina Helbestê : 19. 11. 2005 Dema weþandina Helbestê : 13. 05. 2007 Kiyaksar Temir kiaksar2@yahoo.com
http://www.pdk-xoybun.com |