PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Daxuyanî ji hêla Mîr Tehsîn Beg, Mîrê Êzîdiyan li Baþurê Kurdistanê û li cîhanê giþtî.




Daxuyanî ji hêla Mîr Tehsîn Beg, Mîrê Êzîdiyan li Baþurê Kurdistanê û li cîhanê giþtî.

Kurdistanîyên hêja !

  • Em, endamên Civata Rûhanî ya Êzîdiyan li Baþurê Kurdistanê û cihanê hemi, tevlî serokê vê Civatê û komîta wan ya þîretkariyê, wê mirovkujiya ku bi destên çend xortên nezan û bêmejî di 07. Nîsanê.2007`an de li gundê Behzanî çê bû bû, þermezar û rûreþ dikin û li dij radiwestin. Wan ji nezanî û cahiltiya xwe û ji nenasîna kelepûrên êlî ( eþîrtî ) keçeke Êzîdî bi þêweyekî hovîtî kuþtin. Ew keça cangorî hîç girêdana wê bi Îsalmê ve tune bû û her wiha ne weke axiftin û gotegotên belavbûne. Lê hindek aliyên xêrnexwaz û gelac û nijadperest li xirabûnê digeriyan û dixwestin di navbera me û birayên me yên misilman de û bi navê ol û dîn neqencî û nebaþiyê belav bikin, agir bêtir gurr bikin.

    Ewan dixwestin ji kîsê gel armancên xwe yên bi qirrêj pêk bînin. Lê em dibêjin wan nemerdan ku dawiya her hewlek ji aliyê wan ve dê tim petax û hilweþandin be. Ew cudakirdina olî ji hêla wan ve tucar naçe serî û dê bi ser nekeve, ji berku em gelê welatekî ne, mina bira ne û her û tim em di þîn û þahiyên hevdu de bûn û di demên tarî de me destên hev kirtiye.

    Ola Êzîdîtiyê, ya ku oleke “Yekxwedayî” ye û zorê û zordestiyê þermezar dike, dê çawa kuþtin û mirovkuþtinê qebûl bike û destûra vî karê nemerd û nebaþ bide. Ew karê bi hovîtî û zirçoneyî dûrî kelepûrên vê olê ne û ne ji rabûn û rûniþtina gelê me ye.

    Di pirr Qewl û Nizayên me yên pîroz de hatiye ser zimên, ku “ Jiyan bi destê Xwedê ye û standina rih û can jî dê bi destê wî be û ji mafê wî be”.

    Em bangî wekheviya fermî dikin, ku vê pirsgirêkê bi rengekî wekhevî û bê dilxwaziya alîyekî çareser bike. Em li dijî wan mirovan radiwestin, yên ku dixazin biratiya ol û baweriyên Kurdistanê û Îraqê helweþînin. Rabûn û rûniþtina Êzîdiyan di demên bûrî de didine xuya kirin, ku ew tucar ji çarçûfeya çandî derneketine û her û tim rûmet dane û didane kultûr û olên din û bi rengekî biratî, wekhevî û aþtîxwaz cîrantiya gelên dora xwe kirine. Bêguman ramanên niþtimanperwerî ev rabûn û rûniþtin rehkûr kir û hêrz dayê.

    Em nerazîbûna xwe li ser vê mirovkujiya bi hovîtî tînin ser zimên û kûr û dûr þermezar dikin. Di eynî çax de em banga xwe digihînin hemû mirovên ji ol û baweriyên din, ku destên xwe bidine hev, daku em hemû bikanîbin bi yek destî û bi yek devî li hemberî ruyên wan mirovên þerxwaz, mêldarîkar, gellac û armanc xirab rabin.

    Nîþanek ji nîþanên karê wan yên genî û bi qirrêj, ew kuþtina 24 karkerên Êzîdiyên bê guneh di 22.04.2007`an de bû, yên ku bi dehsalan di karistana tevin û çêkirina caw de li bajarê Mûsilê kar dikirin. Wan ew karker kuþtin bi tenê ji berku ew Êzîdî bûn. Ev mirovên nemerd û xênexwaz mihawelên xwe didomînin, jiboku di navbera gel û olên wî de þerr û birakujî peyda bibe û ji berku ew berî hingî, li gel ku pirr propaganda delreþiyê û dexis û buxdê kirin jî lê nigihiþtin wan armancan.

    Em mirovin xêrxwaz in, ne þerrxwaz in. Daxwaziya me jiyana bi aþtî û bi biratî li gel gelên e. Em hemû, weke Qewlên me yên pîroz dibêjin, xwedêperest in û di eynî kat de jî bira ne.

    Xwedê xêrê li ser me giþtan bibarîne û þerran ji ser me wergerîne û hemû di xêr û xweþiya welat û yekîtiya gel de bimîne .


    Tehsî Se`îd Ali

    Mîrê Êzîdiyan li Baþurê Kurdistanê û cîhanê û serokê Civata Rûhanî ya bilind.

    27. Nîsanê 2007



    Mîr Tehsîn Seîd Beg
    Baþurê Kurdistanê
    Dema weþana nivîsê, 03. 05. 2007



    Mîr Tehsîn Seîd Beg

    Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !

    http://www.pdk-xoybun.com

    http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


    Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !