PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Bagera stemê




Bagera stemê

Xakê;
bawer neke
tucaran durî te bikevim..!!

Xakê;
dûrî te dil windayî me..
helbesteke nexwendî,
di pirtûkek bê nav de me..!!
Dareke pel weþiyayî
li daristaneke jibîrkirî me,
deþta gundekî bêkes im..!!

Xakê;
heger ne roka te ba
kî dê min bibîne?
Xakê ger li bin roniya te bim;
bi çavên kor tême dîtin…
Bi zimanê lal tême xwendin.
û bi guhên kerr jî, tême bihîstin..!!

Xakê;
tu bi bihna xwe
þalê zivistanê
ji min re dirêsî...!!
Bi wê evîna pak û boz
ji serma demtariyê
min diparêzî..!!
Bi ciwaniya siruþta xwe
bi keskesora awiran tu min dipêçî..!!

Xakê;
di gulistana jiyanê de gulek bûm
destê nezan min ji dilê darê çinî;
di tuneleke tarî de
di guldanke teng de bicîkirim..

Ba ji ser min birrî..
û rengê rokê ji min dûr kir..!!
Matmayî dimînim,
ko bi çavên tûj dinere û ji min dipirse:
gulê çima tu diçilmisî?

Xakê;
dema çav li te ketim ;
þahî ji min re bû çeng pê firyam;
Mîna kevokê bi asmana ketim..
Firiyam û firiyam
nema li sînor û asoyan rawestiyam..!!
Li xwe hay hatim,
min li dora xwe nerî
min naskir;
ko basikên min
bi henaseyên evîna te hatine girêdan..!!

Xakê;
nema ditirsim..
ez jî weke te
bi hêz im,
li ber bagera stemê nalivim..!!


29. 10. 2006
Helbesta : Ahîn Zozanî
Dema weþana helbestê, 28. 04. 2007

Ahîn Zozanî

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg