PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Hûn mastê me naxwin ! . . . ?




Hûn mastê me naxwin ! . . . ?

Çiyayê Cûdî cotbûna me parast…
Xwêdana xewnên me
ji pertûkên pîroz herikî,
bû mohr û ramûsan
bi tîpên zêrîn li ser dîwarê dilêriyê çapbûn…
Bi soz û peymanan
ez bi Xirqe û Bendik,
tu bi kofî û þalê kurmancî yî
me berê xwe da perestgehê!!
Bi Þêx Adî û Tawisî Melek
bi ava kaniya sipî
bi roka subhanî
me berê xwe da rojhilat,
û çixêzek li dor xwe gerand..!!

( ji dîwana pejal R107 )

Cejna Çarþema Sor li birayên me yên Êzîdî pîroz be.

Rojekê ji rojan min hez nedikir weke nivîskarekî kurd nasnameya xwe ya olî naskirin bidim û ne li xwe datînim evê yeka hanê jî; ji ber baweriya min bi nasnameya kurdayetiyê bilind e û ev nasnameya min, min ji gelên din cuda dike û pê serbilind im.. Lê gava xwe bi nasnameke olî bidim naskirin.. ewê hingê ez xwe ji birayê xwe cuda dikim..!!

Di gufûgoyekê de bi hevalekî nivîskar û rojnemevanekî kurdistanî berî çend rojan gengeþiyeke di navbera me de çêbû, dema min bi hevaltî gazin ji wî kir û gotara wî ya dawiyê rexne kir..!!

Di cihê cih de hevalê min gotin li rûyê min xist û got: ma çawa bikim hûn ( kurdên sunî ) me Êzîdiyan weke Kurd nabînin.. ! !? ? Eger ewê kêlîkê sed þûr li min ketana dilopek xwîn ji min nedihat xwarê; çimkî ji piçûkaniyê ta ko mezin bûm hîç min ev gotina Sunî, Þiî, Êzîdî, Elewî di rûyê birayê xwe yê Kurd de bikar ne-aniye û ta sax bim jî bikar nayînim.. Ji ber rojekê ji rojan ne dê û ne bavê min, ji min re negotine tu Kurdekî Sunî yî nabe tu biçî mala filan yan neçe mala bêvan..!!

Ew hevalê min bi xwe jî dizane ko ez mamoste bûm li gundê wan û ew yek ji þagirtên min bû, gund bi piranî 90% ji kurdên Êzîdî ne, tev ko ez li gund nedimam anko diçûm dibistanê û nîvro dizîvirîm malê; lê gelek caran ji hezkirina wan ji min re ez vexwendî malên xwe dikirim û xwarin datanîn taþtê ba yan firavîn me tevda dixwar û bi þahî û henek radibûm min xatir ji wan dixwest.. Dema dihatim malê diya min dixwest firavînê bide ber min, min jê re digot min li mala dostekî ji gund xwariye û rojekê jî neda ber pozê min û ji min re negot kurê min li malê wan nexwe û ne diya min li xwe datîne evê gotinê bibêje.. û dikarim bi dehan mal û malbatên kurdên Êzîdî bihejmêrim ko biratiya di nav me de û xurtbûna têkiliya me, ne rojekê me ew bi olê ji xwe cuda kirine û ne ewan ciwanmêran, berevajî dema ez didîtim û ji min re digotin mamoste weke kurekî xwe didîtim û ez jî bi vê dîtinê serbilind bûm..

Bi piraniya xelkê kurd yên li bajarê Heseke, Qamiþlo, Serê kaniyê û Tirbe spiyê eger ez behsa Efrîn bikim têkiliyên wan jî ji têkiliyên xelkên herêma me çaktir in.. Çimkî ew ji aliyê civakî ve gaveke herî giring avêtine; ew jî ko ewan jin dane hev anko xortê Êzîdî bi keça misilman re hevjîn bûye û keça Êzîdî bi xortê misilman re hevjînîtî kiriye.. Di nerîna min de ev pêngav ya herî giring e, ne ko tenê bi gotin wa dibêjim.. Na ez bi dil û bi bawerî birayê xwe yê Êzîdî di ser Ereb, Tirk û farisan re digirim, dema ez dibînim bi sedan qîzên kurdan ji malê evan miletan re bûne bûk, mixabiniyeke herî mixabinî ye çima zarokên xuþkên me dê bibin Ereb, Tirk û Faris çima ne yê kurd bin ? ?

Li hember evê yekê ez ji birayê xwe jî wisan dixwazim.. Dibe ji ber rêza bav û dê gelek ji me nikaribin bi evî karê civakî rabin lê her yek ji me ji aliyê qîz û kurên xwe de dikare, dema kurê min an qîza min ji xortekî kurd hez bike bela çi ola wî be ez dê alîkariyê pê re bikim.. Lê gava yekî ê Ereb hez bike ez dê bi tundî li hember birawestim..!!


Dûmahî heye….


Dubey, 18. 04. 2007
Helbest : Ezîz Xemcivîn
Dema weþana helbestê, 19. 04. 2007


Ezîz Xemcivîn

xemcivin@hotmail.com

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg