PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



ARÎ ME




ARÎ ME

Ez ar im, ar jî ez im
Herdu bûne yek em
Em herdu tim yek in
Ji hev û du naqetin

Ar pir ji min hez kir
Min jî ji agir hez kir
Em her tim bi hev ra
Em ji hev nabin cuda

Rohnî dike þeva min
Li tendûre nanê min
Dipêje xwarina min
Ew kel dike ava min

Rojên bahoz û bager
Ew bi dilek geþ û gur
Germ dike bedena min
Ew jîn dide canê min

Dema baran li min dike
Kincê min þil û þo dike
Ar min zuwa û germ dike
Ew gelek ji min hez dike

Ew nebe min nan nîne
Agir nebe ez birçî me
Agir nebe ez pir tî me
Ew nebe ez cemidî me

Ew nebe ez nexweþ im
Ew nebe ez ker û gêj im
Ew nebe ez serxweþ im
Ew hebe ez gula geþ im

Ez arî me ji nesla ar im
Lema ar hez dike ji min
Bav û kalê min tim jê ra
Bejin û serî ditewandin

Ew hil dibe di dil min
Kêr û meqes kir dil min
Wî jar û bêçar kir min
Perîþan û bêzar kir min


Dema nivîsandina helbestê - 05. 02. 2007
Dema weþandina helbestê - 17. 04. 2007


Seydayê Dilmeqes

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg