PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



AGÝR




AGÝR

Nemirud bi mencenîqa dar
Xelîl Îbrahîmê dil evîndar
Avêt nava êgir û pêt û ar
Qumqum û fatfatokên jar

Devên xwe tijî kirin av
Rijandin ser êgirê nav
Vemirandin ar û pêtan
Derxistin Îbrahîm ji nav

Paþverû, kurên tur û sam
Wan agir berdan daristan
Xistin weke dojehê wan
Min avêtin nav, bi destan

Dema ku gur û geþ bû ar
Reqisîn li dor min û ar
Wek tamtam û yamyam
Ew wehþiyên hov û har

Min kirin kebab û biryan
Min danîn ser maseyan
Parî kirin bi kêr û çetelan
Min xwarin bi derheman

Rûreþ û bêþermên Lozan
Ew kirin û îxanetên wan
Nayê jibîrkirin ti deman
Bruksel mêze dike li wan

Kes negirt bi dest min
Xelas nekir ji êgir min
Ar dizane Dilmeqesê jar
Ew e kurê roj û pêt û ar

Pêt û ar li êzing dibe wer
Pêta wî kesk û sor û zer
Wek alaya rengîn a gewher
Lema ez jê hez dikim her


Dema nivîsandina helbestê - 04. 02. 2007
Dema weþandina helbestê - 17. 04. 2007


Seydayê Dilmeqes

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg