ZAROKNO ! ZAROKNO !Zarokno hun werin em herinBilez herin dibistan em herin Bixwînin û binvîsin bi kurdî Em serfiraz, serbilind û azadî Her bijîn zarokno em bijîn Bêtirs û serbest em her bijîn Her bijîn di nava Kurdistan Em her bijîn wek qehreman Ne wek bav û bapîr û kalan Bi koletî em nejîn bindestan Her bijîn zarokno em bijîn Em bêtirs û serbest her bijîn Em biparêzin erd û asîman Ji dijminan û ji har û hovan Serbilind em bigerin li cîhan Alaya sor bilind kin li asîman Her bijîn zarokno em bijîn Em bêtirs û serbest her bijîn Em nebin weke qelsemêran Em bibin wek piling û þêran Kurdistan bikin wek dibistan Nehêlin bindestê har û hovan Her bijîn zarokno em bijîn Em bêtirs û serbest her bijîn Tim li ber pênûs û texteyan Binivîsin navê qehremanan Biparêzin maden û petrolan Ji neyar, dijmin û dagirkeran Her bijîn zarokno em bijîn Em bêtirs û serbest her bijîn Birano em birçiyê azadiyê û tî Bixwînin nejîn bindest û sêwî Wa roj bû hilat û bilind li me Em nehêlin here ava ew li me Her bijîn zarokno em bijîn Em bêtirs û serbest her bijîn Em kurê Kawa û xwidanê Laleþ Zarokno em bimeþin her bimeþ Di dibistanan da bixwînin merþ Deng û awazên me bighêje erþ Her bijîn zarokno em bijîn Em bêtirs û serbest her bijîn Dema nivîsandina helbestê - 24. 02. 2007 Dema weþandina helbestê - 17. 04. 2007 Seydayê Dilmeqeshttp://www.pdk-xoybun.com |