PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Seydayê Dilmeqes : ZAROKNO !




ZAROKNO !

Zarokno hun werin em herin
Bilez herin dibistan em herin
Bixwînin û binvîsin bi kurdî
Em serfiraz, serbilind û azadî

Her bijîn zarokno em bijîn
Bêtirs û serbest em her bijîn

Her bijîn di nava Kurdistan
Em her bijîn wek qehreman
Ne wek bav û bapîr û kalan
Bi koletî em nejîn bindestan

Her bijîn zarokno em bijîn
Em bêtirs û serbest her bijîn

Em biparêzin erd û asîman
Ji dijminan û ji har û hovan
Serbilind em bigerin li cîhan
Alaya sor bilind kin li asîman

Her bijîn zarokno em bijîn
Em bêtirs û serbest her bijîn

Em nebin weke qelsemêran
Em bibin wek piling û þêran
Kurdistan bikin wek dibistan
Nehêlin bindestê har û hovan

Her bijîn zarokno em bijîn
Em bêtirs û serbest her bijîn

Tim li ber pênûs û texteyan
Binivîsin navê qehremanan
Biparêzin maden û petrolan
Ji neyar, dijmin û dagirkeran

Her bijîn zarokno em bijîn
Em bêtirs û serbest her bijîn

Birano em birçiyê azadiyê û tî
Bixwînin nejîn bindest û sêwî
Wa roj bû hilat û bilind li me
Em nehêlin here ava ew li me

Her bijîn zarokno em bijîn
Em bêtirs û serbest her bijîn

Em kurê Kawa û xwidanê Laleþ
Zarokno em bimeþin her bimeþ
Di dibistanan da bixwînin merþ
Deng û awazên me bighêje erþ

Her bijîn zarokno em bijîn
Em bêtirs û serbest her bijîn


Dema nivîsandina helbestê - 24. 02. 2007
Dema weþandina helbestê - 17. 04. 2007


Seydayê Dilmeqes

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg