Serenca Me Çûkan Dixwand Serenca Me Çûkan Dixwand.Serenca Me Çûkan Dixwand ....,Min tu kiþandî ber derderkiya serê sibê Ya meha xomurdanê, havîna malxopan. Êþlêbarîna serenca me þehlûlê dixwand Min got dilo, em biçin ba wê bi serdanî Te got na, dilo tu dudil î, dilo tu bêdil î! Min tu kiþandî ber derderkiya serê sibê Ya meha xomurdanê, havîna malxopan. Êþlêbarîna serenca me þehlûlê dixwand Min got dilo, em biçin ba wê bi serdanî Te got na, dilo tu dudil î, dilo tu bêdil î! Min pêsîra xwe je te re kir textê stranan Kevirê tilsimê min da bin balgiya bihurî. Ezablêbarîna serenca me bilbil dixwand Min got dilo, ez te bi pêla dengê wî xim Te got na, dilo tu bêhiþ î, dilo tu dilreþ î! Min tu dirêjkirî li ber heyva panzdehþevî Xelata gazina stranbêjan ji min re hatibû. Xwelîlêbarîna serenca me kund dixwand Min got dilo êdî dereng e, te got na, lez e; Ey dilo, bêxem î, bêhîs î, tu bi çend can î! Abdullah Karabag 15. 04. 2007 Abdullah Karabaghttp://www.pdk-xoybun.com |