PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Îbrahîm Gûçlû : Welatperwer û Mafparêz ê Dilsoz, Damezrênerê DDKOyê Nusret Kilinçaslan Nexweþiyeke Giran Dibuhurîne…




Welatperwer û Mafparêz ê Dilsoz, Damezrênerê DDKOyê Nusret Kilinçaslan Nexweþiyeke Giran Dibuhurîne…

Kurdistanîyên hêja, ez xemgînim !
Welatperwerê kurd, mirovê hêja û delal, mafperêzê dilsoz ji yên dawiya salên 60-î Nusret Kilinçaslan nexweþiyeke giran dibuhurîne.

Nusret Kilinçaslan, yek ji damezrênerê DDKO ya Enqereyê ye, roja sêþemê 3 Nîsanê ji Qosarê ( Kiziltepeyê ) ji ber mêjî bixwînê derbûnê bi ambulansê rakirin bajarê Mêrdînê. Ji ber bêçaretiya dermankirinê anîn Amedê. Li Amedê, di Nexweþxaneya Universîteya Dîcleyê de di bin çavdêriya taybet ya bijîþkiyê de ye.

Mafparêz û evîndarê Kurdistanê Nusret Kilinçaslan, ji Dêrika Smaîl Axayê Xelecî ku ser bi Qosara bajarê Merdînê ve ye.

Yek ji wan xwendekarên Kurd yên dawiya salên 60 î ku li Enqereyê di Koleja Yukselîþê de endazyariya avakirinê dixwend. Damezranêr û berpirsê mîtînga ( xwepîþandina ) Enqereyê bû ku ji zincîra Mîtîngên Kurdistanê ye. Wê demê di þertên Tirkiyeyê de karê welatparêzî bi vî awayî meþandin, fedekarî û mêraniyeke gelek mezin û lehengiyek bû.

Mirovê fedekar Nusret Kilinçaslan, di sala 1969-an de bû damezrênerê DDKO ya Enqereyê. Ew ji maleke maldar dihat. Piþtî damezrandina DDKOyê, alîkariya malî jî ji komeleyê re dikir.

Di sala 1970-yî de encama operasyoneke fireh ya di derbarê DDKO-yan de hat binçav kirin û piþtî lêpirsîne serbest hat berdan.

Di sala 1971-an de piþtî darbeya leþkerî, li Diyarbekirê hat hepis kirin. Di hepsê de li hemberî desthilatdariya hepsê û li dadgehê li ber xwe da. Parêznameya siyasî pêþkêþî dadgehê kir. Encama dadgehkirinê 12 sal cezayê hepsê û 5 sal jî cezayê sirgûnê hat dayîn.

Di sala 1974-an de encama Zagona “Ef a Giþtî” ji hepsê serbest hat berdan. Li gundê xwe bi cîh bû û ji xwendinê dev ber da; karûxebatên xwe yên welatperwerî li gundê xwe domand.

Nusret Kilinçaslan, yek ji endamê HAK-PARê û berpirsê þaxa Mêrdînê bû. Nûha damezranêr endam û birêvebir û endamê navendiya KADEPê ye.


Bakurê Kurdistan - Amed, 12. 04. 2007
Îbrahîm GÛÇLÛ
ibrahimguclu@gmail.com

Îbrahîm Gûçlû

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg