PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Besam Mistefa : Di Hezkirina Rewandizê de





Di Hezkirina Rewandizê de

Çendîn ji Rewandizê hez dikim!
Bilindin çiyayê min/wê
Befra bîreweriyê dihelîne
Deþt,
Pencereyên dûr
Tirênên bê daniþtok..

Di rê de, bi giya re radizim
Girekî li xwe mehr dikim
Dixindirme bestê
Ji robaran tika dikim ku robar bimînin
Xwe dispêrim xakê-xaka xwe-û radizim
-Jin-qereçiyên rep hene-
-Þoreþvan...-
Çixareyên ku ne diwestin..nejî xilas dibin
Û qehwe..!
Giriyê min tîne:
Bajar, gund, beyan, kolana asfalta sêwî
Rûyê dayika min, jinên reþgirêdayî
Dol, newalên ser destên terikandî
Rûyê keçeke mirî...
Dîktatorên çilmisî ku kodika min li xwe parve dikin
Þikestin....têkçûûûûn
Bihna wê....
Gundên li ber dergehê Amedê..
Mihababê...
Belav dibim berî ku gotina xwe bêjim
Di navbera Hewraman û gundên Sablaxê de..
Çendîn qehpik û bajar min dagîr dikin!?
Zarok im
Bilind im
Bilind in çiyayên min/wê
Reþê çirisandî
Bêdengiya bi xirûcir
Û laþê dagîrkirî
Xûz dibim, ez dibêjim:
Welatê min!
Ji te hez dikim...
Ji yekem laþfiroþa te heta bi
Þehîdê te yê dawî, hez dikim!
Bê hiþ berbi te ve têm
Tu sipî weke befrê,
Derbasî xewna min dibe.
Wan fêr bike ku min hiþyar nekin
Di xewna xwe de te dibînim
Aniha
Bê hiþ im
Bê bîrewerî me
Bajaran dikujim
Li heriya xwe vedigerim
Pêve/bi teve dibim.....

Bibhîze:
Çiqasî di tengavê de me
Tengava hezkirina Rewandiza ku min ew nedîtiye....


Hewlêr, 08. 04. 2007
Besam Mistefa
Kurdê Rojavayê Kurdistan ê.


Besam Mistefa

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg