PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Çemê keserê




Çemê keserê

Bayê felekê bi þermî
bi dilekî þikestî
bi gilî û gazin buhirî..
Ewrekî tarî
ji kela dilê xwe
bi ser zeviya þahiya me de anî
þev li bajar geriya
taveke xemgîn bariya
kaniya ken miçiqî
gula peyvan li ser lêvan çilmisî
çemê keserê bi pêlên dîn ji cegerê herikî..!!

Bûka buharê giha
evîna sibehê, çav li gulê ye..
xemla darbesta delalê..
ala rengîn li bejnê ye..
agirê newrozê êdî vêxin
an li hêviya destê pakrewana
welatê rokê ye..!!??

Qêrîna zaro û zêçan
ji êþ û birîna dê ye..
zemîn hejiya;
raperîna hestan
ji ahîn û nalîna felekê ye..
Çendî bêjim
bi te serbilind im..
navê te bidim ser pela azadiyê
bi fîxana evîndariyê
li ser pêlên ba
bikim sirûda kewa sibehîn
û li paytexta evîna xwe
bi zêravê,
tîpên navê te binivîsînim..


24. 02. 2007
Ahîn Zozanî
Diyarî :
Zarokên cêwîrewana min E. Z


Helbesta : Ahîn Zozanî
Dema weþana helbestê, 05. 04. 2007


Ahîn Zozanî

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg