PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Îbrahîm Gûçlû : Parêznameya Kurdî…



Parêznameya Kurdî…

Konferansa Komara Mehabadê ya Kurdistanê û serokên komarê, ji aliyê KURD-KOMê de di 03. 04. 2005-an de hat bi dar xistin.

  • Konferans, bi kurdî ( kurmanciya jor û dimilkî ) dom kir. Di konferansê de, min, Halis Nezan ( kevneserokê HAK - PARê ya þaxa Diyarbekirê ), Þeyhmus Aykol ( Berdevikê KURD - KOMê ), Sebahaddîn Korkmaz ( parêzer ), Osman Karavîl, Nusret Maçîn, Þeref Yalçin ( mamoste ), Mehmet Gonden ( mele ), Darulkeyyaz Akay ( helbestvan ), Omer Aybar ( Nivîskar ), Recep Dildar ( helbestvan ) axiftin kir. Axiftin bi kurdiya kurmancî û kurdiya dimilkî pêþkêþ bûn.

    Piþtî konferansê rojekê di derbarê konferansê de lêpirsîne dest pê kir, axevtevanên konferansê û amadekarên konferansê hatin binçav kirin.

    Piþt re ji aliyê dozkar de bes ji bo sê kesan, ji bo min, Halis Nezan û Þeyhmûs Aykol doz hat vekirin, ji bo kesên din biryara doznevekirinê hat dayin.

    Dadgehê, di 01.02.2006-an de dirûþmaya yekem pêk anî. Di vê dirûþmayê de biryar hat girtin ku axiftinên di konferansê de hatine pêþkêþ kirin, wergere tirkî. Vê xebatê heta 28.02.207-an dom kir.

    Di dirûþmaya dawî de biryar hat girtin ku; 1 - Em di derbarê wergera tirkî de bîrûreyên xwe, þik û gomanên xwe, 2 - Em parêznameya xwe ya destpêkê pêþkêþî dadgehê bikin.

    Di hemendirûþmayê de li ser parêznameya kurdî û wergerê kurdî jî niqaþe hat kirin. Dadgehê her çiqas dirûþmayê berê biryar girtibû ku wergerê kurdî li dirûþmayan amade bibe jî, ev biryara ji holê rakir. Wê demê min jî diyar kir ku “ez bi tirkî parêznameyê pêþkêþ nakim, ezê helwesta dadgehê protesto bikim.”

    Ew helwesta min ya ku bi tirkî pêznameya xwe pêþkêþ nakim, bû sedem ku dadgeh biryar bigre ku ez kurdî û niviskî bê wergerê kurdiyê parêznameya xwe pêþkêþ bikim. Ev birayar û ceribandina, dê bi serê xwe ji aliyê hiquqî de bibe bûyereke balkêþ.

    Dirûþmeya Konferansa Komara Mehabadê ya Kurdistanê û serokên wê, dê di 04. 04. 2007-an de, li Dadgeha Cezayê ya Asliyê ya 7-emîn a Diyarbekirê pêk bê.

    Ezê li dirûþmayê parêznameya xwe bi kurdî pêþkêþ bikim. Parêznameya min niviskî ye û 8 beþan hatiye hûnandin.

    Beþên parêznameyê mine ew in : I - Konferansa KURD-KOMê bê hiquqî hat muraqebe kirin, II- Operasyon û binçavkirina me, îfade girtin bi riya emniyetê jî, ne qanûnî bû, III - Dozkar jî berpirsiyar e û wezifeya îfadegirtinê teslîmkirina polîsan ne hiquqî ye. Divê doza hatiye vekirin ji vî alî de jî ji holê rabe, IV - Armanca emniyetê prowakasyon û belavkirina konferansê bû, V - Axiftina min li ser navê KURD-KOMê bû, VI - Ji droka Kurdistanê re, ji mafên neteweya kurd re, ji serok û þehîdên neteweya kurd re xwedî derketin mafek e, VII - KURD - KOMê ji tu kesî û neteweyekê re dijminitî nekiriye û ji bo wan nefret telkîn nekiriye. Bes mafê neteweya xwe daxwaz kiriye û parastî ye, VIII - Bîrûreyên me þiddetê teþwîk nake û bîrûreyên me di bin parastina Peymana Mafên Mirov ya Ewrûpayê de ne…

    Piþtî ku min ev parêznameya xwe pêþkêþî dadgehê kir, ezê bi reya giþtî ya kurd re jî parve bikim.

    Bakurê Kurdistan - Amed, 01. 04. 2007
    Îbrahîm GÛÇLÛ
    ibrahimguclu@gmail.com

    Îbrahîm Gûçlû

    Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

    http://www.pdk-xoybun.com

    http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg