Nas Nema Min ! . . . Nas Nema Min ! . . .Ez xortekî pir delalimJi warê baz û þêran Xwedîyê þapik û þalim Serpelekim bi nîþan Bi hirs û hêz û alim Li deþtame û li ser çiyan Her dem û çax di bakim Bi navê Kurd û Kurdistan Çê bûma ji çiya yê zaxros Ji cudî û ji gera Ji agirê cejna Newroz Bi çekûçê destê Kawa Hemberî ar û bahoz Pêþve di çim ser bixwe Xwîna sor peyman û soz Bo warê jîn û aza Ezim kurê guhderzim Nevîyê çiya ez hatlîma Ezim Selar û Deysem Neyrî û Mîtanî me Gurzên di destê Restem Þêrgohê bengînîme Þervanim ji rojhilatim Perwerim ez mîdîme Endamê Yêzdîn Þêrim Vî warî ez þîn deme Dinav pît û agir û rim Ji xwîne bav û kele me Tu car ez neyim sotin Ne biçilo ez pole me Eyin wek þev û rojê me Jiyanim her dem heme Welatê min xweþ zozana Bihiþta bi mêrg û kehnî Tev nêrgiz û çîmen Benefþên erxewanî Gul û sosin û rîhan Þelûlan hêlîn danî Her ezim ewê sergovaz Hilbesta bilbil danî Tovê jiyanê min weþand Bi anîna Mem û Zînê Vîyanê mê pêre di keyand Bo Ferhat û Þêrînê Navê Xeç û Siyabend Kir haveynê evînê Sebra dila min, di çand Di nav kesên dil birînê Her ezim ewê nêçîvan Xwedyê kaw û qumrî Ezim pele û þivan Bi bilûrek gelîrî Ezim ewê torîvan Dîwena eþqê danî Her ezim ewê pêlewan Tirs û suhin bi xwer tanî Lê çibkim eyro felek Li min bêbext û xayin Pêçeya bend û xelek Li vî warê minî tev zengîn Perçe kirye pare par Van gurên har û dev bixwîn Lê tucar ez nayêm helak Berdewamim ji jîn û vîn 04. 04. 2007 Royarê Tirbespîyê Baþurê Kurdistan - Bajarê Duhok Barzan Behran Mirad ( Royarê Tirbesipî yê )http://www.pdk-xoybun.com |