Ger Jinik Zik Tijî be, Temuz, Muz û Meyzere, Tebax, bax û bêdere !Ger Jinik Zik Tijî be, Temuz, Muz û Meyzere, Tebax, bax û bêdere !Mêrik û Jinikê, bi hevra, Þahî û Dîlan kirin. Çend roj sikînin, mêrik dît, zikê Jinikê, gire û bilinde. Herhal Jinik bi Zaruyan nexaþe. Merik got : Jinik ev çîye ? te ji ku anî ? Jinikê got : Çima ê teye. Mêrik go : Êêê Zarok di wan çend rojan da çê bibe ? Na qet çê nabe !... Jinêkê go : Çima jêra çiqas dem hewceye ? Mêrik go : Dema wî neh mehe... Ma ev çend roje tu hatîye ? Mezinî ya zikê te, wekê heyþt, an jî, wekê neh mehî ye ! Jinik, xwa ji Mêrik xilas nake û nizane bersîv jî bide û rêya xwe derbixe ! . . . Jinik digîrî û dibê : Tu li min di þikê da ye, ji ber vî þikê, ezê ji cem te herim. Jinik pir rindbuye... Mêrik ji ber xatirê, rindbuna Jinikê, naxwaze Jinika rind, ji cem here ! . . . Mêrik merbur dibe di alîyê Jinikêda bersîv dide : Dibê rehete, ez neh mehan diqedînim û tu mereqa neke. Jinik dibê : Ma tu çewa neh mehan diqedîne ? Mêrik, dibê, aha, ezê bêjim : Temuz, Muz û Meyzere, Tebax, Bax û Bêdere, meha, derbas buyî û meha tê, yek jî, meha, em, têdane, bu neh meh... Û tu çima, merq dîkî . . . ! ? 03. 04. 2007 Alî Cahît Kiraçalicahitkirac@yahoo.demirezdin@hotmail.comhttp://www.pdk-xoybun.com |