Karwan KarwanLi ber çavê miney Helepça pakrewan çi dîmen e? Di dîroka Kurdî de ma tu tenê yî? yan giringtirîn kuþtar tu wî... Ne cîhan û ne mirovatî Dikarin aniya xwe li pêþ gulên te yên çilmisî hildin.!! Dilên ziwa bê rewan, bûne peyker kew di rekehan de pûç bûn. Navê Helepça li kê bû destê xwe li wênekêþan bigire, û peyva "la hewle we la" berî her bihnê bi "Siyanîd û Sarîn" re* bi rê ket… Dûmana mirinê suxte û pertûk dane ber bagerê.. Dêr, keniþt û mizgeft neman parastgeh in!! Kîmya çî ye? bawer bikin hîn dilê þofîniyan hênik ne bûye!! Kîmya çî ye? Sibeha hênik û êvara hêmin Endelîb û Þalûl awazan dixwînin: "dilo melûlo lo dilo… dilo bêçare lo dilo" Ne Çivîk firiyan, ne awaz û lîstik liviyan "Heger gotin ji zîv bin, ne gotin ji zêr" ma ev li Helepça jî tê gotin..? Delala min ba nema, gotin neman hewara bêdengiyê dîl bû.. Gulên sor pûç û zer bûn. ax, av, ba û rok Hîroþîma… Hîroþîma… ne ev ma, û ne ew ma!! Pênûs ziwa bûn, bihna mirinê li koz û þikeftan û li hêlînan bela bû… her kes, her tiþt û her peyv bi dar û leman re ziwa û pûçbûn… Karwanê pakrewanan li ser "pira sîratê" wek pertûk û alan pîroz in… Li çi rûpelî geþ bûn, berbang in… wisa bû ew dîmen… pênûsa min dîrokê ji bîr neke…!! Siyanîd û Sarîn : du xazên kîmya 16. 03. 2003 Rojavayê Kurdistan Helbesta Ji Pirtuka Hetev Ne Leylan Dema weþana helbestê, 22 02. 2007 Ezîz Xemcivînhttp://www.pdk-xoybun.com |