PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Ronak





Ronak

Çendîn bîranînan
pel bi pel
divegerînim,
çirûskên belavkirî ne…!!
Ne dikarim bihevdim,
ne tu dikarî
gurzên peymanan gelwaz bikî.!!*
Diçe û tê
li dor xwe dizîvire,
gelo ji van çirûskan pê ve
wê çi bibîne.. ?
Dilê min hergav
gencîna te bû,
ta roja îro ji pirsên te ew vala nebû.. !!
Taþtiya Kewên hêviyên te
her li ser nîviþkê meþka evîna me bû.. !!
Heger te ew kir roja do?
mane ji siba min
rizgariya te tucarî
ji bayê buharan
bivênevê û bê çare bû.. ?!!
Wa Gîsika çiyayî
destê Gurgan
çendî dirêjî te bibin
ji min pê ve
kî dê te biparêze;
mane ew çiya
ez bi xwe bûm… !!?
Ma avdonka þevtariyan
çi zû ji bîra te çû?
yan tihna tifika
þevên zivistanê
em li dor wê diciviyan
evan salên dûriyê
ew sar kir…?
Tu bawer bikî
hîn Kitika te
li ser kaboka min e.. !!

Hîn ew dîwarê
em li ber dibûn yek
wêneyên me ji bîr nekirine..!!
Her pêlweþek ji dil
bi hizra xwe pîvanê dike,
bihîstina dengê bêdengiya çavên te
li ber çavên min e.. !!
Biçe tu bi ku de biçî;
kî te bibe,
kî te bistîne,
min dilê te biriye
û di dilê xwe de
ew dîl kiriye..!!
Pîroz be
li wan dest û por û laþê ciwan;
ew kenê tije ahîn û kul
pîroz be
na weþe û nabe neyþekir,
ma kî ji min pê ve
dikare
li ser lêvan
mûma geþ
bike bûk û bixemilîne.. ?
Dîlberê
þeva zayîna evîna te
ji ber serê roniyê
ranebûm..!!
Þîrmijê
li ser van destan
te çavên xwe vekir
cîhanek biþirî û geþ bû
gava navê
Ronaka dil
min li te kir… !!



Gelwaz : wek dorpêçkirinê ye
21. 02. 2003

Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Hetev Ne Leylan
Dema weþana helbestê, 22 02. 2007



Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg