PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Reyhan hîn jî li ber xwe dide




Reyhan hîn jî li ber xwe dide

Dilên bi kula hev man,
bo çi hev berdan?
mehra asê li ber destê kê hate birîn,
çima hev berdan ?
Gunehên te pir giran in.
çima te ew pelê þewitî rêkir ?
Wek du Ordekên avî hevcotbûn,
çi pêlê ew cuda kirin.?

Li ser destê xwe
min evîna te xwedî kir
li ser benên hevirmêþî
û li ser textê ac
min kildanê xewnên te bi cî û war kir.

Bese te xwe sipart
kavilan
sed oxir be,
sed oxir be !
çendîn pirsên sêwî
li cadan birçî bê nan û av in,
bi dijwarî dibûrînin
serme û qeþa
þehkê poran
bi ser cobarên hêsran de diþikênînin.

Peyva rast li ku derê
ji zimanê te ketiye?
Bigere
dibe di paþila "þeva qedrê" de
tu wê bibînî.. !!

Çendî dilê min bi te re rast bû,
rojekê tenê
ji te pê ve dilekî din
ew ne hejand,
wilo fêr bûme
oxir be, oxir be..
berî cilên min peyvên hesinî
ji talda keserê bi ber te de bivirînin. !

Çima û ne çima
te hilma min kir þûþê {Ela-edîn}
bi 40 dizî re
te jî dilê min dizî…..

Dizekê;
min nizanî bû
ko diziya bi rojê karê te ye..!!
Dizekê;
min nizanî bû
stûna asê
bi derziyê tu wê hiltînî!?
Dizekê:
çi bêjim,
min digot;
sed (Ela-edîn) û þûþê xwe
destên me ji hev dernaxin. !!
Mixabin li ber dûmana
þûþeya camcamî
tu firyayî…. !!



16. 02. 2003

Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Hetev Ne Leylan
Dema weþana helbestê, 22 02. 2007



Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg