PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Babirk




Babirk*

Bîranîn bi te re
kêþan û berdana bihnê ne…
hilmek tu wî,
û hilmek evîn e….

Salmidêr te piþikên jîna min
dorpêç kirine..

Di þevekê de te digot:
bi xemên dîl,
em yek rewan in;
perwan e û gul in,
ez bi te me,
tu bi min î
ez ewr im,
li ser basikên bayê te difirim…

Dîlbera min
peyvên te herdem
zengilê bîra min in;
li çi welatî bim,
li ser çi axê bijîm
bi rokê re tu diçî ava
bi hîvê re þeva min bi te ronî dibe..

Hîn jî þahiya min
di derya kenê te de
avjeniyê dike..!!

Ey sitemkar
nizanim çi ji te re bibêjim.?
rewanê te ji min dûr nabe !!
hevgihan bi te re
ji sawîran nayête daweþîn..!!

Ava coya dil
ji bal te diherike.
pêlên hêza evînê
li bal min xuþînê dikin.. !!

Çendîn þevbuhêrk
me bi hev re ronî didan..
li ber wê neynikê
wêneyên me dibûn du masî
li ber peravên evînê
di avjenî de mest diman.. !!

Þev zîz, ker û lal e..
ji pêjna awirên me pê ve,
bê kes û kûs
wek Xecê li Sîpan bê xwedî ma..!!.

Em ê çawa vegerin
ewqas ji motikên bîranînan
dûr ketine ?

Her yek ji me
li dûriya xwe diþewite !!

Tev ko em dizanin
em rêwiyên riya dûr in;
cî û war
sar ma ne !!

Ji zû de
min ew hêsir
ji ser dêman ne dane alî..
ji zû de
sawîrên me
li ser ava xabûr ne xuya ne… !!

Buhar tê, buhar diçe…
salek, dido, sisê û deh
xaçirêkên bê bext
riwên me kolan e…

Por sipî dibe
lê her bihn û hêvî ciwan dimînin…
Ramana yek salî wek niha bû…
Piþtî evê dasîtanê,
evê malik wêranê
û piþtî ko mûma temen
bi ser nêvî ket,
ji nûv de
em li helbesta yekemîn hay bûne,
Ji nûv de li tizbiya kul û derdan vegeriyan e..!!
lê dixwazim tu bawer bikî
ko dasîtana evê evînê
bi dawî nabe..
Her helbestekê diçînim
ji xweber polikê te
li navnîþanê wê geþ dibe !!?
Pê re dil vedibe,
birîndar dibe,
xwîn jê diherike
dibe çem û çem dibe gol û derya…

Gava serê xwe hildidim
dibînim keleka dilê te
li ber wan henasan bi þahî û dîlan e..
û ala babirkê bi navê Xemcivîn
rêberiyê dike..
Dilvîna min
peravên evîna te
di awirên wî de
armanc û jiyan in… !!



Babirk : a li ser gemiyê tê hildan û li gor ba gemî diçe

25. 05. 2002

Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Hetev Ne Leylan
Dema weþana helbestê, 22 02. 2007



Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg