PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Ey Quling





Ey Quling

Ey Quling
bihna bayê buharê
sertîpê geþbûnê
mûma newroz û sersalê
rûmetê evînê
û guhdanê derdan tu wî….!!

Qulingê min
pênûsa ko li asîmanê Kurdistanê
tu firandî yî
ji te re digot:

"Bi xwedêkî ey Qulingê min
biraweste hela carek
ji te re bêjim du-sê peyvan"

Bêje me ey Quling
ew razê
Tîrêj di guhê te de got
bêje û bigehîne milet…

Tîrêj barê te giran kir,
derdê wî bêje
bi stranî, bi helbestî bêje,
derdê Tîrêj bêje!

Kaniya wî diherike
gewriya me pê þa bike…
em tîne, lê te berî me
ji derya helbestan vexwar

te jîna tekoþînê anî ziman
Tîrêj tu firandî,
tu gihandî
û digote te:
buhistek ji xaka Kurdistanê
nadim bi milkê cîhanê…!!

Li dûr binêre,
li sîpan û xelat
bi roniya kofiya Tîrêj girêdayî ne …

Ew tiliyên mûmdayî
peyvên azadî
ji wan herikîne..
ji pênûsa Seyda
pir kevok firîne..!!

Ey Quling
mizgînê belav bike
seranserê welat
bi roniya dîwanan,
bi helbestên evînî,
ji zayîna roka bi tîrêjan geþ,
ji hilma gul û nêrgizan,
ji awirên Baz û Hidhidê Suleyman
kalekî rênas û rêzan
herdem bi hêvî
hêvî bi ronî;
ronî bi jîn e…
Bejin bi þal û þapik e
xurtemêrekî cengevan..!!

Li pey Pezkoviyan dibeze..
"Siwarê dêw e
Gamasiyê Xabûr e"
Pilingê diçe nêçîra
helbestên Xezal
þev û roj li ber me
birçiyan danîne….

Ew baxçe û gulzar
bi xwîna xwe av didan..
çendî dixwestin
dengê Seyda bigirin,
birin û anîn
gavkirin û pîvan
dawî naskirin
ko rok bi destan nayê veþartin ..

Tîrêj tûj in,
pir û belav in
erê dikevin paþ ewran
ewr diçin, ew dimînin!!

Ey Quling
ey pêximber û þandeyarê Tîrêj
nama ko sipartiye te
pirtûkeke pîroz e
heger tu koçber bibî,
heger tu derbeder bibî,
û bê mal, cî û war bibî
bigihîne milet.. !!

Tîrêj dibêje:
bindestiyê nekin,
birakujiyê nekin,
wek dîkilan hev nexin,
bi serbilindî bijîn…

Ev banga han
ji sînga têkoþerekî belav bû,
ji sînga Agirî,
kohê Metîn,
ji Meydana Çarçira,
ji xwîna Suleyman Adê
mûmê newroza baþûr..

Ji tifinga Barzanî,
Qadî û Þêx Seîd,
ji rêzaniya Qasimlo
diçirise,
bilind û belav dibe…

Ey Quling
em dizanin barê te giran e;
lê nama Seyda divê tu bigihîne,
divê ker û lal û kor
pê hest bibin..

Ey Quling bawer bike
dilê ko helbesta Seyda bigihê
ew dil êþ û janê nabîne
na na bawer bike
êþ û janê nabîne…!!



Namak ji seydayê Tîrêj re : Berî Seydayê Tîrêj biçe dilovaniyê,
min ev name jê re rêkiri bû, lê mixabin ne gihayê…

04. 03. 2002

Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Hetev Ne Leylan
Dema weþana helbestê, 22 02. 2007



Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg