PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Xaka min





Xaka min

Xaka min
dibêjim
"Pilingê avê" ket!!

Xaka min
dibînim
mijgûlên Pincar û Endeko
li riwên buharan geþ dibin...

Dobelan û Kavkulîlk
serê xwe der didin,
pencereyên xanim û xatûnan
li ser gulistanan divebin!!

Xaka min
karwan berê xwe didin te
keriyên Xezalan
bi serbestî li mêrgên te diçêrin…

Seyranên evînê
dest pê dikin
giya, kulîlk û kerbeþ
sînoran digihînin hev!!

Tajî li dûv Kîvroþkan
ta bi bomban jî gav dikin…!!

Kew,Tivîlk û Werdek,
her çar asîmanên te dibirin !!

Xaka min
zimanê gul û sosinan
di rûyê te de dipeyivin…!!

Her tiþtî dibêjin
vebûna xunc û piþkojan
rengareng
Pinpinîkên þermê
serbest dikin..!!

Evîna min î xilmaþ
çav vekirin
dûrbîna mestiyê ji dest ket
bê ahîn
li salên "xela û cela"
bi oxira bê veger
girê strana xwe daweþand… !!

Xaka min
li dor mûm û fenerên
zayîna nû,
dilê min bû sih û sîwan
weke yarekê
bi xemla bûkaniyê
spî û gewherê keçîniyê
bi wê taca roniyê
min te dît..!!


18. 10. 1999

Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Hetev Ne Leylan
Dema weþana helbestê, 22 02. 2007


Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg