PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Roniya hêviyê





Roniya hêviyê

Bi hêsrên vê nivîsokê
kela dilê te
hembêz dikim,
ji roniya hêviya te
evê helbestê dirêsim..

Dengê te li warê evînê
çi rewþenê dide
Bibilê xemgîn ji hêlînê dertîne
Kew û Qumrî
li newalan, li kaþ û zinaran
û li kulîlkên hilma te silavan dikin…

Ji dîwanên Heydo
ji kaniya helbestan
bi peyvên heyvanok
xwe dirapêçe;
xwe davêje
çavên berberojkan
bilbilê te ye
û desthilatdar li ser nîn in..!!

Di wêneyên ciwan de dibe mîr !!
li ber bilûra (Memê þivan) *xwedî bû;
û karwanê derdan
ji salên sêwî bir û cuda kir..!!

Mamoste
ji evînê da buharê,
ji xweþiyê ew da xweþiyê
daxwaz çi bû?

Dengê azadî bela bibe,
gotinên têkoþer binîvisînin,
hêza çiya û baweriya Pêþmergan
dîsan dasîtanên (Kêferat û Derdên gel) *

Ala ciwan êdî
li ser kiþwera te hildin..!!
li xaka toreya Kurdî
te þitlên þêrîn çandin..

Bi bejna wan em dildar bûn
pêþ ve diçin
li ber neynika Ehmedê Xanî;
da biguhêzin hîvê
ji cîhana Memo
bi serbestî li asîmanê
evîndara bê mirad sîwanan vedin
li kenê bendewar
ji lêvên Zînê nêrgiz û nesrîn bibiþirin!!

Her roj,
her meh,
û salmidêr
sira bayê
helbestên Heydo tê
li firîna perwanan,
li rewþena penceran,
bi hêvî tê…
Piþkivîna xuncan dide
xama hogir
çavên xwe li ser
hezkirina xaka bav û kalan,
hilma nanê tenûrê
û li ser geþbûna tifikan vedike…

Ji zarotî de
ta niha
hêrz û hunera helbestan
li ser banê dilê mezin bûye al…

Hino hino
textekî zêrîn vedigire,
berbang li asoyê tarîpeyvan
geþbûnekê dide
û nivîsoka xebatker
bê rawestan
cotê xwe li þûvên hevokan
berdewam dike…



Diyarî :
Helbestvan : Salihê Heydo
"Ez hatime ji bo gotinekê bêjim, û ez ê bêjim…lê eger mirinê berî bêjim ji ser vegerandim,
sibe wê ewê bêje, çimkî sibe razekî veþartî di pertûka bê dawî de nahêle."
Cibran X.Cibran

kêferat, derdên gel û Memê þivan : ji pertûkên helbestvan in..



31. 05. 2002

Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Hetev Ne Leylan
Dema weþana helbestê, 22 02. 2007



Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg