PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Çakbînî





Çakbînî

Hoy……hoy….!!
çav þiyar û vekirî ji min dipirsin,
bi stêrkan re diçirisin ..
Dengedeng
li newalan bela bû,
bi çiyê ve dihilperikî…!!

Bi bayî re hevrê me
te nabînim;
bi Qulingê zozên re hêviyan dixwînim..
Tu dibêjî berovajî buhar tê
avdar û tebax
du baskên xewnekê bûne!!

Geriyam li te geriyam …
Bêrîvanî hatin;
meþ rewan Qaz, Qumrî û Qitik
hatin…
ewr, mij û moran bînahiya min girtin ..!!

Çav li ber xilmaþbûnê ne
bi peyv in…bi pirs in …..
ne di nav peþk û dilopên baranê de
ne di nav leylanê de,
û ne di bahoza bendewariyê de
li hemû dever û aliyan
te nabînim, te nabînim…

Xewnê!!
dilê min ji lêgerînê naweste…

Þevînger im
þivan û pêwan im
li ber hêrana derdan qeraþ im… !!

Sibeh û êvarê
Awaz û newazan dibilînim …
qebqeba kewê nêr im,
hergav li zinarê evînê
sirûdan dixwînim ..
bi hêvî me bi vê qîrînê te bigehînim…. !!

Heger tu xewn bî,
ez ê bêjim
heger tu leylan bî,
ez ê bêjim
tu strana min î
ma çawa te nebêjim?

Kaniya evîna me diherike
li bin siya daran
li ber bihna nêrgiz û sosinan
çirûskek li ser avê
beramber min geþ dibe,
yekcar ji çavan
min bawer nedikir.!!
lê çi bikim
dilê min dikele
dilê min înan û baweriyê bi cî dike…. !!?

Ava sar û hênik dibiþire….!!
Kenekî piçûk
tê ser lêvan
wêneya te
di roniya heyvê de
þanî min dike
û dibêje
fermo
hey çakbîn..!!


06. 11. 2002

Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Hetev Ne Leylan
Dema weþana helbestê, 22 02. 2007


Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg