PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Dînbûna me !!





Dînbûna me !!

Ne destê te digihê
cama dilê min !!
ne namak ji welatê evînê
bi dest min dikeve… !!
Li bîr bînim bîranînan,
digel Kundê kavilan biponijim.. !!

Dehê salan digeriyam
birîn bûne kanî
qevdên çîçek û nêrgizan
li ber diherikîn.. !!
Çi sînorê roniyê
ne hate birîn… !!?

Hîv jî li navbera me
bi çavan re di-axivî …
riya awiran dirêj e
stêrên dûr wê nabirin… !!

Banga hêviyên me
li ser rêka hevrîþmê birêket ….

Þevekê
te ez û hiþ revandin
berê me da kavilan,
berê me da sînorên beyanî,
hûrbîniya meþa me
di wê katê de
xewn nayê girtin
xew jî direve…!!

Dilên me
bi zimanê çivîkan
bi hev re dipeyivîn…!!

Ev çi dibistan bû
em li evê evînê fêr kirin..?
li ber baranê,
li ber sermê
gavên me nema dihatin pîvan,
û destûr li baweriya me þikestin…!!

Dema em ketin wê cîhanê
dînbûna me
em bi perestinê gihandin…!!

Dînbûna me
çavîkên tirsê û newêrekiyê
tevde vemirandin…!!

Dînbûna me
ala evîna hêtûn
li jor bilind kir…!!

Dînê çiqas tu dûr bikevî
ji dûrbîna Baz
dernakevî,
heger Xezala beza bî
ez Pilingê xewnedar im..
heger Kevok bî,
an gotin û hevok bî
ji tora Xemcivîn
û helbestê
tê bi ku de birevî…!?


25. 02. 2002

Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Hetev Ne Leylan
Dema weþana helbestê, 22 02. 2007


Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg